Ayşe Guney: Dewlet ji îrade û sekna me tirsiya 2020-07-22 14:15:08   Safiye Alagaş   AMED - Berdevka MKGP'ê û Edîtora ajansa me Ayşe Guney ku bi 27 jinên li Amedê re hat binçavkirin û piştre serbest berdan diyar kir ku li emniyetê ji wan pirsa, "hûn çima nûçeyên jinên tên qetilkirin çêdikin" pirsîne. Ayşe got ku dewlet ji îrade û sekna wan tirsiya.   Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora ajansame Ayşe Guney, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 14'ê Tîrmehê de bi 27 jinan re hatibû binçavkirin. Ayşe piştî 4 rojan di bin çavan de hat girtin di 17'ê Tîrmehê de sewkî edliyê hatibû kirin û piştî derxistin dadgehê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Ayşe dema bahsa binçavkirina xwe kir, diyar kir ku oprasyon li dijî dînamîkên herêmê hatiye kirin.    Ayşe diyar kir ku ew jî di nav de 28 jin hatine binçavkirin û got; "Di nav wan de tenê ez rojnameger bûm. Sedema binçavkirina me ji me re nehat gotin. Heta ku em derxistin dadgehê jî ji me re negotin ku sedem çi ye. Piştî 4 rojan di bin çavan de mam bi 18 hevalan re em derxisitn dadgehê û bi şertê kontrola edlî em serbest hatin berdan. 5 hevalên me yên jin jî hatin girtin. Bawer im ev oparasyonek li dijî dînamîkên herêmê bû."   'Li dijî îradeya jinê bû'   Ayşe diyar kir ku operasyona binçavkirinê li dijî îradeya jinê û qelskirina hêza wê bû û ji her beşên civakê jin di bin çavan de hebûn. Ayşe wiha berdewam kir: "Ez wekî edîtora Jinnewsê û berdevka platforma jinê hatim binçavkirin. Bi wê operasyonê re hemû dînamîkên herêmê li wê kom kiribûn ji bo ku hem deq bikin û hem çavtirsandî bikin.  Êrîşeke li hember tevgera jinê bû.  Wekî encama şerê taybet bi girtinan xwestin ku jinan bêdeng bikin.  Çawa ku bi girtinan ev têkoşîn heta roja îro neqediya wê îro jî neqede.Ez dikarim bibêjim ku bi çavê rojnamegerkekê min sekneke bi hêz a dînamîkên herêmê dît."   'Jinan bi sekna xwe bersîv da'   Ayşe diyar kir ku di bin navê sohbetê de bi polîtîkayên sîxurkirinê re û bi tundiyê re rûbirû hatine û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Di 4 rojên ku di bin çavan de hatim girtin dikarim bibêjim ku min ji sekna jinan hêz û moral girt. Jinan sekn û bi xwedîderketina li karê xwe yê kirine careke din bersîveke bi hêz dan.  Ji sîxurkirina di bin navê sohbetê de bigirin her cure tundiya psîkolojîk li ser me hat meşandin.  Jinan bi sekna xwe ya bi hêz bersîv da van hewldanên wan ên sîxurkirinê."   'Jinên li dijî tecawizê têdikoşin tên binçavkirin'   Ayşe diyar kir ku ji binçavkirina jina 70 salî Hayriye Turkekul bigirin, heta bi Şirnexê ku zarokê 7 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû tên hişitin, divê mirov hemû van pêkanînan bi hev re bigire dest û ev tişt got: "Zîhniyeta ku tecawizî zarokên me dike û ya ku me binçav dike, digire û îşkence dike ji hev ne cuda ne. Li herêmê şerekî taybet li hemberî îradeya Gelê Kurd û hêza jinên kurd tê meşandin. Gulîstan Doku ya me ku bi mehan e hatiye windakirin heye. Lê li gel ku ji Gulîstanê agahî nayê girtin jinên ji bo dîtina wê derdiketin qadan hatin binçavkirin. Jinên ku li dijî tecawiza çawîşên pispor û tecawizkarên ku di nav wan de ji her beşên saziyên dewletê mirov hene derdikevin tên binçavkirin û girtin."   'Li ser gotina mêrê gûmanbarê şîdetê 28 jin hatin binçavkirin'   Ayşe got ku dixwazin Komeleya Jinan a Rosayê îlegalîze bikin, hemû fezlekên ku derbarê wan de hatibûn amdekirin de kar û xebatên di çapemeniyê de bi awayekî vekirî hatibûn kirin hebûn. Ayşe bal kişand ser rewşa Hevşaredara Sûrê ya HDP'ê Hatûn yildiz  a ku piştî binçavkirinê hat girtin jî û got ku Hatûnê ji aliyê Ecevît Yildiz ê ku 25 salan pê re zewicandî tundî dîtiye. Ayşe, diyar kir ku Ecevît Yildiz ji Tekîrdagê bi telefonê geriyaye û derbarê Komeleya Rosayê de axiviye û ev axaftinên wî di fezlekeyan de jî hatine bicihkirin. Ayşe di berdewamiyê de diyar kir ku Hatûnê ji ber tundiya lê hatiye kirin bi caran serî li qereqolêdaye û parastin xwestiye û got; "Li ser gotina mêrê ku li zarokên xwe jî tundî kiriye em 28 jin hatin binçavkirin."    'Em ne bi talîmatan, bi hêza xwe û bi fikra xwe têkoşînê didin'   Ayşe anî ziman ku îqtîdarê bi her awayî jin kirine hedefa xwe û wiha got: "Li gorî wan komeleya Rosayê li ser talîmatê hatiye damezrandin, ez bi talîmatan rojnamegeriyê dikin, jinên endamên saziyên sivîl li ser talîmatê bûne endam, yên li sendîkayan jî bi heman rengî bûne endam. Ev hemû di girtekan de hatibûn bicihirin. Em jin xwedî îrade ne. Em hêza xwe û fikara xwe datînin holê. Dewlet ji îradeya me û ji sekna me tirsiya."   Pirsa 'We çima jina hat qetilkirin kir nûçe'   Ayşe got ku di lêpirsîna li emniyetê de ji wan hatiye pirsîn ku we çimanûçeya jina ji aliyê hempîşeyê xwe yê polîs ve hatiye qetilkirin Merve Unal çêkiriye û berdewam kir, "Di fikra ku jina ji aliyê polîs ve hatiye qetilkirin wê nûçeya wê neyê çêkirin de bûne. Ev teya gelek girîng bû. Ji ber ku bi nêrîneke teng li mijara jinê dinêrin. Bi taybetî di salên dawîn de em salên ji bo rojnamegeriyê yên herî xeter dijînç. Di serdemeke wiha de em rojnamegerên jin ên kurd vê tundiya tê kirin qat bi qat dibînin. Her hefte di operasyonên ku tên kirin de hevalên me yên rojnameger jî tên binçavkirin."   'Em şodarên Gurbetellî û Musa Anter in'   Ayşe got ku ew şopdarên Gurbetellî Ersoz û Musa Anter in û destnîşan kir ku bi dehan hevalên wan niha girtî ne û darizandina wan berdewam dike.  Ayşe di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran veguheriye girtîgehê. Em ê jî li dijî van polîtîkayan bi taybetî jî li dijî polîtîkayên li ser Gelê Kurt tên meşand dibêjin ku em tu carî gavê paşve navêjin. Em hene û bi girtinan têkoşînek nayê têkbirin."   'Yên ku dengê xwe bilind bikin jin in'   Ayşe bal kişand ser Peymana Stenbolê, qanûna bi hejmar 6284 ku îqtîdar dixwaze ji holê rake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêşnûmeya ku wê pêşî li destdirêjiya li zarokan veke di rojeva AKP'ê de ye. Ev hemû komsptekin. Kesên ku li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin dîsa jin in.  Divê em bersîva wan bi rêxistinbûneke xurt bidin. Ger ku civak dixwaze azad bijî û demokratîk bibe divê xwedî li têkoşîna jinan derkeve. Di rojên borî de çawîşekî pispor nîvê şevê qeza dike. Wî alkol vexwariye û li balê jî zarokeke 15 salî û jineke ciwan a 18 salî heye. Her çend ku wan zarokan îfade bi awayekî din dabin jî divê lêpirsîna li bûyerê berdewam bikin.  Çi karê wan zarokan nîvê şevê di wê wesayitê de hebû. Divê em hesabê vê bipirsin û dengê xwe bilind bikin .Ez bang li hemû jinan dikim ku dengê xwe bilind bikin. Dibe ku gule me nekuje lê asîmîlekirin,  dafdana ber bi fuhuşê ve, tecawiz û bikaranîna hişbir wê civakê ber bi dejenere bike û me tune bike."