'Em ê hertim li ber xwe bidin' 2020-07-22 09:08:46   MEXMÛR - Jinên ciwan ên wargeha Mexmurê li hemberî destdirêjiya li ser jin û zarokan, li bakurê Kurdistanê ku ji aliyê Çawişên Pispor ve tê kirin, nerazibunên xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin.   Li bakurê Kurdistanê li bajarê Şirnexê di 14'ê Tirmehê de ji aliyê çawîşekî pispor ê bi navê Aslan A. yê deweta tirk ve li zarokên 13 salî destdirêjî hatibû kirin. Piştî bûyer hat bihîstin li hemû deverên welêt û li dervî welêt bertekên tund hatin nîşandan. Lê piştî destdirêjiya li zarokan dîsa ji aliyê Çawîşê pispor M.O. ve li Êlihê Jina 18 salî ya bi navê Î.E. bi tecawizê re rûbirû hat hiştin û bûyer bi tundî hat şermezarin. Jinên ciwan ên wargeha penaberan a Şehid Rostem Cudî(mexmur) jî li dijî destdirêjî û tecawiza li jin û zarokan tê kirin nerazî bunên xwe anîn ziman û gotin: "Çi dibe, bila bibe em ê herdem li hemberî destdirêjî û tacewizê li berxwe bidin û di nava tekuşinê de bin."   'Jin û zarok, dinamika civakê ne'   Jina ciwan a bi navê Selma Bozan buyerên destdirêjî û tacawizê yên li bakurê Kurdistanê ji aliyê peywirdarên dewletê ve tên kirin hêrsa xwe anîn ziman û gotin: "Ev buyerên ku li bakurê Kurdistanê rudidin ne buyerên ji rêzê ne mirov nikara wekî ji rêzê bigire dest. Dewleta dagirker ji bo ku civakê tune bike bi hemu hêza xwe êrişî jinê dike, ji ber ku ew ji dizanin jin pêşengên civakê ne û zarok jî pêşeroja wê ne.  Ji ber wê jî bi pêşxistina sektora fuhuşê, buyerên destdirêjî û tecawizê di nava civakê de dixwaze bike ji rêzê û civakê di aliyê ruhî,piskolojik û exlaqî de têk bibe û bike bin kontrola xwe."   Selmayê diyar ku wê li hemberî hemu cure êrişan li ber xwe bidin û ev tişt got: " Divê li hemu deverên cihanê bi taybet jî jinên ciwan li dijî van kiryaran dengê xwe bilind bikin û di aliyê idolojik, fikir û piratikê de li diji taciz û tacawizê di nava civakê de berxwedanê mezin bikin."   'Li kî derê êrîşî jinan bikin em ê li wê bin'   Jina ciwan,Keder Karahan bertaka xwe ya li diji taciz û tecawizê wiha anî ziman û got: " Bi van buyerên ku li bakurê Kurdistanê rudan, ruyê dewleta dagirkrt carek din derket hulê ku çiqas ji jinê ditirse û carek din nişan da ku wê herdem li hember jin û zarokan êrişên dij exlaqî bikin. Em wekî jinên ciwan ên Wargeha Mexmurê di bêjin ku li kîderê jinek bên tecawiz kirin em ê li pişt wan jinan bin û bi wan re li hember tecawzikaran têbikoşin. Li kîdera cîahnê êrîş li zarokan bê kirin em ê li piştvan bin û dest ji têkoşînê bernedin."