Jinên li Îzmîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2020-07-22 08:48:38   ÎZMÎR -12 jinên ku ji bo şermezarkirina qetilkirina Pinar Gultekîn xwestin bimeşin û hatin binçavkirin piştî kontrola wan a tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Alsancakê serbest hatin berdan.    Li Muglayê 12 jinên ku beşdarî meşa ji bo şermezarkirina qetilkirina Pinar Gultekin bûbûn hatibûn binçavkirin. Piştî kontrola wan a tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Alsancakê serbest hatin berdan. Jinên ku serbest hatin berdan li ber nexweşxaneyê ji aliyê gelek jinan ve hatin pêşwazîkirin. Jinan li ber nexweşxaneyê daxuyaniyeke kurt dan.    Deniz Ûslu ya ji Jin Bi Hev Re Bi Hêz in axivî. Denizê wiha got:"Em ê her li dijî tundiya polîs tundiya mêr-dewletê bin. Heta sûcdar û tecawizkar bên darizandin em ê dev ji têkoşînê bernedin."   Jinan bi dirûşmên "Em bêdeng namînin, em îtaet nakin","Pinar Gultekin raperîna me ye" daxuyanî bi dawî kirin.    Kesên ku serbest hatin berdan navên wan wiha ne:Deniz Anur, Deniz Uslu, Emine Akbaba, Gizem Coşkun, Ayla Altintaş, Rengin Oguz, Meryem Yildirim, Elif Yerlikaya, Pinar Usta, Zehra Akbiyik, Arzu Sert, Zuhal Sert.