Platforma Ked û Demokrasiyê: Dewlet sûcdaran diparêze 2020-07-21 19:31:49   AMED - Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê têkildarî destdirêjiya li zarok û jinan daxuyanî da.   Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê têkildarî destdirêjiya li zarok û jinan daxuyanî da. Daxuyanî li Parka Hazal a Ofîsa Yenîşehîra Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “ Ne kesên ku destdirêjiyê dikin, zarokan biparêzin” hat vekirin. Her wiha lolîpopên “ bibe dengê zarokan”, “êfûkirina destdirêjiyê nabe”, “em ê bibin dengê zarokên bêdeng” hat vergirtin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê Newroz Kayran ve hat xwendin.   ‘Li şûna sûcdaran mexdûr tên sûcdarkirin’   Newroz diyar kir ku nûçeyên derbarê zarokên destdirêjî li wan hatiye kirin û jinên ku bi tundîyê re rûbirû hatine li pêy hev tên, bi dawî nabin û wiha got: “Di her du rewşan de jî gelek varyasyonên ji hev cuda hene lê di her rewşê de li şûna kesên tecawizkar, mexdûrên vê rewşê wek sûcdar tên nîşan dan. Rayedar li şûna ku gavên pêwîst bavêjin daxûyaniyên derveyî wîcdan û mantiqê yên bi sernavê " zewaca di temenê biçûk de û di kevneşopiya me de heye ji carekê tiştek nabe” didin. Ji ber ku sîstema hiquqê nayê xebitandin sûcdar nayên cezakirin û rayedar jî gavên pêwîst navêjin.  Em her roj bi fikara bûyerek din dibe pêk bê dijîn.”   ‘Sûcdar ji aliyê dewletê tên parastin’   Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku li Şirnex û Êlihê pêk hatibûn û got: “Herî dawî li Şirnex û Êlîhê ji aliyê endamên hêzên çekdar ên dewletê ve  li hemberî 2 zarokan û jinekê êrîşa zayendî pêk hat û jina ciwan hewl da xwebikuje. Gûmanbarê destdirêjiya  li Êlîhê pêk hatibû serbest hate berdan û sûcdarê bûyera li Şirnexê jî bi daxûyaniyên Walîtîyê ji aliyê dewletê ve hat parastin.  Çekdarên dewletê erka xwe wek zirxek dibînin û li herêmê li gel her cure zext û êrîşê, bi ser de jî li hember zarokan êrîşên zayendî pêk tînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Helwesta xemsar a desthilatdariyê ya li hemberî bûyerên wiha di civakê de bûye sedema şikestin û perçebûnê.”   ‘Desthilatdar berpirsiyariya xwe pêk naynin’   Newrozê destnîşan kir ku kesên  li dijî wan bûyeran derdikevin tên binçavkirin û wiha bilêv kir: “Divê neyê jibîrkirin ku Komara Tirkiye; ji bo pêşî lêgirtina sûcên zayendî yên li hemberî zarokan û parastina zarokên mexdûr di Peymana  Lanzorate de cîh girtiyê. Di heman demê de Komara Tirkiye di Peymana Stenbolê de jî cîh digre ku pêşî lê girtina şîdeta li dijî jinê û parastina mexdûran di nav xwse de dihwîne. Lê desthilatdariya niha berpirsyariyên xwe yên ji ber wan peymanan nayîne cîh û di heman demê de kes û saziyên ku li hemberî bûyerên wek tecawiz, kuştina jinan dengê xwe derdixin û têkoşînê dimeşînin bi zext, binçavkirin û girtinê tên bêdengkirin. Hikumet bi anîna rojevê ya derketina ji Peymana Stenbolê sersariya xwe ya li hemberî pêşî l girtina şîdeta li hemberî jinan û cezakirina sûcdaran careke din nîşan da. Em ê ji bo wan peymanên ku mafên zarok, jin û bi giştî hemû civakê diparêzin têbikoşin û li her platformê cezakirina sûcdaran bixwazin.”