Sercerdevanê gûmanbar bi qeyûm re wêne girtiye 2020-07-21 15:37:30   AMED - Wêneyê Sererdevan Mahmut Karaaslan ê ku li Bismilê Hamdiye Şik û Kadrî Karaaslan qetil kir û yê Qeyûmê Amedê yê berê Hasan Basrî Guzeloglu ku bi hev re girtine derket holê.   Li Gundê Kaxitli ya navçeya Bismîlê ya Amedê, di 18’ê Tîrmehê de, li ser erd û mala dihat avakirin de, şer dinavbera ferdên heman malbatê derketibû. Di şerê di navbera ferdên malbata Mahmut Karaaslan de Hamdiye Şik a 61 salî û kurê wê Kadrî Karaaslan ê  26 salî hatibûn qetilkirin Dîsa ji heman malbatê Mûrat Karaaslan, Mahmût û hevjîna wî Bahar Karaaslan birîndar bûbûn. Tedawiya birîndaran a li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê dewam dike. Sercerdevan Mahmût, zarokên wî yên cerdevan Sîdar, Zafer û Enes Karaaslan û kurê Hamdiye Şik Mûrat Karaasalan ê birîndar bûbûn hatin binçavkirin.     Wêneyê sercerdevan Mahmut Karaaslan û yê Waliyê Amedê yê berê Hasan Basrî Guzeloglu ku bi hev re gitine, derket holê. Di wêne de, tê xuyakirin ku Karaaslan û rayedareke leşkerî, Guzelgolû ji cihê wî ziyaret kirine.    Navenda Mafên Jinan wêne parve kirin   Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, li ser hesabê xwe yê twîtterê wêneyê Karaasalan parve kir. Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Jinek ji aliyê xizmên xwe ve hat qetilkirin. Hamdiye Şik a li Gundê Kaxitli ya girêdayî Bîsmilê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe sercerdevan M.K. û zarokên hevjîna xwe ya duyemîn ve bi çeke hat kuştin. Ji bo ku qatilên jinan bêceza nemînin, emê şopdarê dozê bin.”