Rojnameger Azîz Orûç nehat tehliyekirin 2020-07-21 14:29:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina doza Rojnameger Azîz Orûç ê girtî de Azîz nehat tehliyekirin. Abdullah Ekelek û Îkram Muftuoglu yên girtî dihatin darizandin bi şerdê kontrola edlî hat tehliyekirin. Rûniştin hat taloqkirin.    Rojnameger Azîz Orûç ê ji ber dozên li Tirkiyeyê lê hatibûn vekirin, xwestibû ku bi rêyên nefermî biçe Ermenîstanê, li Îranê hatibû girtin û piştî îşkenceyek giran terkî sînorê navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû kirin û di 11'ê Kanûna 2019'an hatibû binçavkirin û girtin, derket pêşberî dadgehê. Rojnameger Azîz, di yekemîn rûniştina xwe ya li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin de, nehat berdan. Girtî Mûhemmet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ên bi Azîz re dihatin darizandin, hatin berdan.      Rûniştina Azîz taloqî 21'ê Îlonê hat kirin.