‘Bi pêşxistina xebatê jin kesayetên azad ava dikin’ 2020-07-21 14:00:31   Ruperîn Bekir   ŞEHBA - Endam û Rêveberiyên Kongreya Star yên Herêma Efrînê, derbarê civîna xwe ya du salan û xebatê ku tê de hatiye nîqaşkirin wiha dibêjin: “Civînên sala ne yên Kongreya Star ji bo pêşxistina kar û xebat pir girîng in. Di nav de bi rêbazên rexne û rexnedayinê kesayetên azad ji jinan ava dibin.”   Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê civîna xwe ya du salan li dar xist. Ev civîn bi dirûşma ”Ji Zîlanan heya Zehrayan, bi rihê berxwedana jina azad em ê têkoşînê bigihînin serkeftinê”  ji bo nîqaşkirina rewşa kar û xebat, sererastkirina kêmasiyên ku bi jinan re derdikevin hat çêkirin. Civîn li navçeya  Ehrez bi beşdarbûna 82 delegeyên jin ji hemû sazî û rêxistinên ku jin tê de dixebtin hat çêkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Endama Kongreya Star Ronahî Oso ve hate xwendin. Paşê jî rapora du salan hat xwendin û nîqaşên girîng ser hatin kirin. Jinên ku beşdarî civînê bûne ser asta pêşveçûna civînê nêrînên xwe anîn ziman û ji me re parve kirin.    ‘Rexne û rexnedayin hêza jinê ji bo xebatê xurt dike’   Ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehrez Emîne Dinglî ser beşdarbûna xwe a ji civînê re axivî û wiha pê de çû: “Bi rihê berxwdana Zîlan û Zehrayan me weke Kongreya Star xwest ku em civîna xwe ya du salan li dar bixin.  Ji bo ku em kêmasiyên heyî derbas bikin û îradeya jinan derxînin pêş. Armanca me êdî ev zîhniyeta paşverotî ya ku ser jinê tê meşandin, em ji holê rabikin. Da ku jin bi azadiya xwe şad bibe. Civîna me zêdetir ji bo xurtkirina hêza jinan e. Li kêleka wê jî em dixwazin rêbazên rexne û rexnedayinê bidin pêş.”   ‘Mijara herî balkêş di civînê de asta perwerdekirina jinan bû’   Endama Kongreya Star a navçeya Ehrezê, Zozan Hej Xelîl jî derbarê civînê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Weke jinên Kongreya Star li navçeyê me giranî da perwerdekirina jinan, ji bo wê mijara me ya herî bingihîn jî perwerdekirina jinan bû. Bê çiqas jin hatine perwerdekirin, sûdwergirtina ji perwerdeyê di kîjan astê de bû, ev hemû bi giştî hatin nîqaşkirin. Di encama van perwerdeyan de jî niha em dibînin ku êdî jin di nav lêgerîna azadiyê de ne û cewherê xwe weke jin diparêzin. Ji bo avakirina civakeke bi rêxistinkirî perwerde pir girîng e.”    ‘Divê jin bi xwe xwedî li nirxê şoreşa xwe derkeve’   Hevseroka Komîna Ş.Dildar a navçeya Ehrez Hêva Hesen wiha nirxandina xwe li ser civînê ji me re anî ziman: “Di vê civînê de kar û xebatê Kongreya Star li gor navçeyê hat nirxandin. Kêmasî hatin rexnekirin û li hemberî wê rexnedayin hat dayin. Her wiha pêşketinên jinê jî hat nîqaşkirin. Wekî mînak ji aliyê tevlîbûna wê ji xebatê re û berpirsyartiya wê ji bo civaka wê hat nîqaşkirin. Em dikarin bêjin ku asteke baş me ji vê civînê girt. Em serkeftinê ji xebatê hemû jinan re dixwazin.”    Piştre ji bo erkdarkirina Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehrezê hilbijartin hatin çêkirin. Di encama hilbijartinan de Emîne Dinglî, Zozan Hej Xelîl, Fatime Şêx Bilo ji bo koodînasyonê hatin erkdarkirin.    Civîn bi dirûşma ”Jin jiyan azadî” bi dawî  bû.