'Ji bo şikandina sînorên koletiyê perwerde pêwist bû' 2020-07-21 11:47:39   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Mamosteyên pêkhateya Ereb ên  ji kantona Şehbayê ku tevlî yekemîn perwerdeya birdozî bûne diyar kirin ku wan bi rêya perwerdeyê xwe pêş xistine û wiha gotin: "Ji bo ku em derbasî  vê perwerdeyê bibin,  me şerê hişmendiya Urfên civaka xwe kir. Her wiha ev  perwerde ji bo me bû sedem  ku em hebûna xwe ya jiyanê bibînin."   Yekem car piştî rizgarkirina Kantona Şehbayê ya ji komên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2016’an de, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D perwerdeyekê ji bo mamosteyên ereb dest pê dike. Dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Dil Şêr di 19’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin.  Tê de 28 Mamosteyên Jin û mêr ji seranserî gundên Şehbayê tevlî bûne. Ev dewre wê 20 rojan bidome. Li ser mijarên weke Çand û Exlaq, girîngiya perwerdeyê, jinolojî û hwd. wê mamoste dersan bidin. Têkildarî mijarê  Mamostyên jin ên ku tevlî dewreyê bûne nêrîna xwe anîn ziman.   ‘Perwerde fikrê me ronî dike û mêjiyê me dewlemend dike ’   Mamosteya zimanê erebî Xaliye El-Hisên behsa girîngiya perwerdeyê kir û wiha got: “Ji bo ku em sînorên civakî yên  ku ji jinê re hatine danîn bişkînin, tevlîbûna me ji vê perwerdeyê re pir girîng bû. Ji ber di civaka me de her jin bê maf hatiye dîtin û biçûk lê hatiye mêzekirin. Da ku em weke jin vê hişmendiyê ji ser xwe bavêjin ev cara yekem e em tevlî perwerdeyê dibin. Tevî zehmetiyên ku me bi malbatên xwe re kişandin ji bo ku em werin perwerdeyê, dîsa jî têkoşîna me li dijî vê yekê mezin bû.  Ji bo me cara yekem e em bi hevalên mêr re di cihekî de perwerdeyê dibînin û dijîn. Ji bo wê piraniya malbatên me qebûl nedikirin. Perwerde fikrê me ronî dike û mêjiyê me dewlemend dike.”     ‘Perwerde ji bo xwenaskirinê gaveke mezin bû’   Xaliyeyê di domandina gotina xwe de destnîşan kir kuji bo xwenaskirinê gaveke mezin bû û wiha domand: “Gelek caran xwestekên me hebûn em tevlî perwerdeyên bi vî rengî bibin, lê her rê li pêşiya me dihat girtin. Perwerde gaveke mezin bû ji bo ku em xwe nas bikin. Hêviya min hemû jinên ereb bên perwerdekirin û ji sînorê malê dekevin.”   ‘Bi riya perwerdeyê me hebûna xwe nas kir’   Mamosteya bi navê Fatmê Hemed jî nêrîna xwe ji bo perwerdeyê anî ziman û wiha pê de çû: “Ez weke mamosteyê zimanê erebî ji Kantona Şehbayê cara yekem e ku tevlî perwerdeyeke girtî dibim. Ev perwerde wê bibe bingeha  guhertina kesayeta min a ku bi sala ye li gor hişmendiye civakê tev digere. Bi riya perwerdeyê  me hebûna xwe nas kir û jiyaneke rast ji xwe hilbijart. Bi hatine me ji perwerdeyê re me şerê hişmendiya Urfên civakê kir.”    'Ji bo şikandina sînorên koletiyê perwerde pêwist bû'   Her wiha ji Rêveberiya Akedemiya Şehîd Dil Şêr a Herêma Efrînê Eliye Mihemed axivî û nirxandinên xwe ser perwerdeyê ji me re parve kir: “Jiyana civaka ereban ji bo jinê gelekî zehmet e. Ji bo wê heya ku ji destê me hat me jin tevlî vê perwerdeyê kirin. Taybetmendiyên vê civakê wiha zagonan ser jinê dide ferzkirin. Ji bo şikandina sînorên koletiyê perwerde pêwîst bû. Li aliyê din jî me dixwest ku danûsitandinên mêr û jinê bi hev re çêbibe. Da ku bi rengekî demokratîk em vê civakê bi rê ve bibin.”