Cenazeyê Pinara 5 roj in windayî bû hat dîtin 2020-07-21 09:18:07   MUGLA - Cenazeyê xwendekara Zanîngehê Pinar Gultekîn a ku ev 5 roj in windayî bû li qada daristanê ya Navçeya Menteşeyê hat dîtin.    Ev 5 roj in agahî ji xwendekara Zanîngeha Muglayê Pinar Gultekin nedihat girtin. Kameraya ewleyî ya navenda dan û stendinê ku herî dawî Pinar li wir hatibû dîtin  hat lêkolînkirin.    Cenazeyê Pinarê li qada daristanê ya Navçeya Menteşeyê hat dîtin. Piştî cenaze hat dîtin şûnde kesê ku herî dawî bi Pinarê re hatibû dîtin hat binçavkirin.    Cenazeya Pinara ku tê texmînkirin hatiye xeniqandin rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Muglayê.