Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2020-07-21 09:16:18   ENQERE - 42 kesên di encama êrîşên li dijî bîranîna komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Ji aliyê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ve bi munasebeta 5'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Polîsan êrîşî çalakiyên bîranînê kiribûn û 42 kes hatibûn binçavkirin. 42 kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Polîsan do bi şev bi awayekî tund êrîşî çalakiyên bîranînê kirin. Rojnameger hatin astengkirin. Nehat hiştin ku dîmen bigirin.    Kesên ku hatibûn binçavkirin piştî karên wan ên li emniyetê di saetên dereng ên şev de ji bo kontrola tendrustiyê birin Nexweşxaneya Demiryollari ya Mustafa Kemal û piştî kontrola tenduristiyê serbest hatin berdan.    Hat hînbûn ku di encama êrîşan de ji Kovara Karalayê Şamil Parlak bi felca ser çavan ket. Her wiha hat hînbûn ku kesên hatibûn binçavkirin maske nedane wan û demeke dirêj bê hewa mane.    Kesên hatine berdan navên wan wiha ne: "Yalin Pala, Doğuş Ozdemir, Eylem Ezgi Şahin, Tugay Kılıç, Zeynep Çizer, Ecem Polat, Selim Dogan Kaç, Mustafa, Îrem Naz Çelik, Zeynep Kurt, Tankut Serttaş, Deniz Kalpan, Devin Açıkelli, Deniz Boran Erbudak, Guney Akgun, Zeynep Tan, Nisan Gurbuz, Devrim Taylan Eryılmaz, Safa Bayraktar, Dilek Uçkaç, Deniz Akbıyık, Yucel Yavuz, Helin Ballı, Bayram Yigit Dogan, Zeynep Ulger, Mahmut Demir, Firat Kaya, Şamil Parlak, Yigit Dogan, Yunus Dag, Guney Akgun, Zeynep Tan, Yalin Pala, Doguş Ozdemir, Mustafa Yaşatir, Taylan Ozgur Koç, Huseyin Gurbuz, Doguş Ozdemir, Sedat Polat, Deniz Akbiyik, Fatma Kiliçaslan ve Okan Danaci."