‘Jin bi zarokên wan tên tehdîdkirin’ 2020-07-21 09:08:11   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Şehrîban Ozadîktî ku ligel zaroka wê hat binçavkirin û piştre hat girtin, diyar kir ku armanca binçavkirinên demên dawî ev e ku jinan hepsê malê bikin û got: “Polîtîkayeke der barê şikandina cesareta jinê tê meşandin. Bi taybet berê xwe didin jinên xwedî zarok. Jinan bi zarokên wan tehdîd dikin.”   Şehrîban Ozadîtîk di 8’ê Tîrmehê de li Menemen a Îzmîrê hat binçavkirin û di 10 Tîrmehê de hat girtin û birin girtîgeha Jinan a Şakranê. Li ser îtîraza parêzeran di 17’ê Tîrmehê de hat tehliyekirin. Şehrîbanê demekê şêwirmendiya parlamenterekê kiriye û yek ji sedemên binçavkirina wê ev e ku navê wê di ajandayeke rojnamegerekî di mijdara 2019’an de binçavkirinê de, hatiye dîtin. Şehrîbanê tiştên di bin çavan de jiya û rewşa girtîgeha Şakranê vegot.   ‘Şîdeta derûnî hebû’   Şehrîbanê anî ziman ku roja hatiye binçavkirin bi keça wê ya 3 salî Denîz Agrîn re li mala hevala xwe bû û bi şev bi dehan polîsan bi ser malê de girtiye û ew ji malê birine. Şehrîbanê wiha berdewam kir: “Dema ez birim TEM’ê berovajî kelepçe kirin. Nezaret pir qirêj bû, mirov li wir nexweş dikevin. Kontrolên nexweşê jî hema wisa ji ser ve tê kirin. Ji ber pandemiyê tenê agirê beden pîvan. Li TEM’ê şîdeta derûnî hebû her tim diqîriyan.”   Şêwirmendiya parlamenter pirsîn   Şehrîbanê daxuyakirin ku ji ber li TEM’ê parêzer tunebû, îfadeya xwe bê parêzer daye û got: “Min di navbera 2007-2014’an de şêwirmendiya parlamenteriya DTP’ê Fatma Kurtulan kiribû û piştre jî ya parlamentera HDP’ê Mulkiye Bîrtane kir. Di bin çavan de ev pirsîn. Der barê jiyana taybet de pirs hatin pirsîn. Lê min bersiv neda. Min got wê piştî îfadeyê min berdin. Lê bi rojan ez li nezaretê mam. Zarokê min li mala hevala min bû. Min rewşa wî nizanibû. Ez bi avakirina rêxistina îstîbarata bi navê ‘navenda lêkolîna stratejîk’ ya girêdayê PKK’ê hatim sûcdarkirim. Berê rojnamegerek tê binçavkirin û telefona min di ajanda wî de tê dîtin. Ew rojnameger jî nayê bîra min kî ye. Dema em dixebitîn em bi sedan rojnamegerî re xebitîn. Ji ber vê nayê bîra min.”   ‘Di koguşa karantînayê de paqijî tune ye’   Şehrîbanê destnîşan kir ku bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye girtin û ew şandine girtîgeha Jinan a Şakranê û got: “Ji ber vîrusê ez xistim hucra yek kesî. Ev der di alî hîjyenê de gelek xerab bû. Bijîşk li vir jî kontrolek baş nekir û testa vîrusê kirin.”   ‘Agrîn travma jiya’   Şehrîbanê daxuyakirin ku tevî zaroka wê şîr dimijiya nedane cem wê û got: “Keça min Agirîn dianîn girtîgehê. Lê şert û merc kirin hincet û nîşan nedan. Ger tahliye nebûma jî nizanim wê keça min bidana gel min an na. Ez ji girtîgehê derketim, keça min du rojan bi min re neaxivî. Li gorî wê min ew terk kiribû. Malbata min rewşa wê vegot, ez xemgîn bûm. Niha zaroka min destên min digire û radizê. Ez difikirim ku biçim derûnas û pedagog.”   ‘Jinan bi zarokên wan tehdîd dikin’   Şehrîbanê bal kişand ser êrîşên li hember jinan û got ev polîtîkayeke çewisandinê ye û wiha pê de çû: “Êrîş, binçavkirin û girtinên demên dawî yên li hember têkoşîna jinan bi armanca hepskirina jinan a malê tê kirin. Bi armanca şikandina cesareta jinan tê kirin. Bi taybet berê xwe didin jinên bi zarok. Bi zarokan jinan tehdîd dikin.”   ‘Rewşa Dîdem Akman giran e’   Şehrîbanê daxuyakirin ku ji koguşa ku dima, Dîdem Akman ya ji ber darizandineke adîlane ketiye rojiya mirinê, dîtiye û got: “Rewşa wê giran bû. Jinek delal û xweş li wir digeriya. Serê xwe bi zorê rakir. Westandîbû, bi dengekî kêm got ‘merhaba’. Gelek kîlo dabû. Çavên wê kort çûbûn xwarê. Got divê şertên me bên başkirin. Berê rojê du saetan derdiket hewadankê niha daxistine saetekê. Mafê wan yê hevdîtinê bi kesî re tune ye. Ji bo piştgiriya wê çend kesên din jî ketin grevê. Rewşa Dîdemê giran e. Tiştên avî kêm vedixwe. Vîtamîna B12 jî bixwe digire. Dewlet nade. Dema Dîdem di rojiya mirinê de bûye, bi zor jî dibin nexweşxaneyê.”   Şehrîbanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rewşa Dîdemê giran bûye û banga hestiyariyê kir.