‘Berxwedana gelê me li Şehbayê domandina rêya têkoşîn û serkeftinê ye’ 2020-07-21 09:03:09   Ferîde Zade   ŞEHBA - Berdevka Ofîsa Jinê ya MSD’ê ya Herêma Efrînê Zeyneb Qenber, derbarê kiryarên li Efrînê tên jiyîn nirxandin kir û got: ”Hebûna hêzên navneteweyî ya li Sûriyeyê aloziya li Sûriyeyê dirêj û kûrtir dike. Li dijî vê yekê  berxwedana gelê me li Şehbayê domandina rêya têkoşîn û serkeftinê ye.”   Piştî êrîşên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê binpêkirina mafan li Efrînê hat rojevê û piştre mudaxaleyên li dijî Sûriyeyê zêdetir bû. Hêzên li Sûriyeyê ji bo temenê mayina xwe ya li Sûriyeyê dirêj bikin aloziyê kûrtir dikin. Têkildarî mijarê Berdevka Ofîsa Jinê ya MSD’ê li Herêma Efrînê Zeyneb Qenber nirxandin kir.   ‘Li Efrînê kiryarên dijmirovî tên kirin’   Zeynebê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Efrînê bi destên dewleta tirk a dagirker kiryarên dijmirovî tên kirin. Têkildarî mijarê me komcivîn li dar xist.  Komcivîna me jî li ser esasê sê xalan hate orgenîzekirin. Xala yekemîn Bêdengiya navneteweyî û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan e ya duyemîn Berxwedana jina Efrînî di herdu pêvajoyên Berxwedana Serdemê de ye û ya sêyemîn jî  li ser kiryarên dagirkeriya dewleta tirk a derheqê jinan de ye.  Heya 5 salan Efrîn di bin dorpêçkirinê de mabû. Rêveberiya Xweser di herêmê de wekhevî ava kiribû û gel bi rêxintin kiribû. Efrîn bi warê aşîtiyê dihat nasîn û aramiya ku tê de hebû li gelek deveran nedihat dîtin. Bi dagirkeriyê re êdî her tişt hat guhertin, hovîtiyeke mezin ser mirovên tê de tê kirin. Bi taybet jin para herî giran ji komkujî û dagirkerê digire.”     ‘Jinan tu carî teslîmkarî qebûl nekirin’   Zeyneb di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinê ya di pêvajoya şerê li Efrînê û wiha domand: “Jina Efrînê tu carî teslîmkarî li hember kiryarên tirkiyeyê qebû l nekir û bi vîneke xurt li ber xwe da. Roj bi roj hovîtiya li dijî jinê zêdetir dibe, ev yek armancên dagirkeriyê baş ji me re diyar dike. Mayîna gel li Şehbayê û jiyana wan di nav ewqas şert û mercên zehmet de teqezkirina domandina  têkoşîna rizgarkirina Efrînê ye. Destanên ku jinan di berxwedana Serdemê de neqişandin wê her di bîra mirovahiyê de bimîne. Heta niha rêxistinên parastina mafên mirovan ên navneteweyî bêdeng in. Dîsa jî em dibêjin heta vegera Efrînê têkoşîna me wê berdewam bike.”   ‘Berxwedana gelê me li Şehbayê domandina rêya têkoşîn û serkeftinê ye’   Zeyneb bêdengiya cîhanê ya li hember kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana gel li Şehbayê nîşana domandina rêya têkoşîn û serkeftinê ye. Bêdengiya cîhanî  destekdayîna dewleta tirk e û daxwaza firehkirina erdnîgariya dagirkeriyê ye. Divê daxwazên gel pêk werin û dagirkeriya ser Efrînê bi dawî bibe.”