ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'Î 2020-07-21 09:00:00   *Akademiya Ma Muzîkê amadekariya projeyek nû ya li ser pirtûkek kurdî ya metodên mûzîkê dike. Ji bo fêrbûna keman û piyanoyê bi metodên kurdî ji bo dayîna dersê. têkildarî mijarê mamosteya Akademiya Ma Muzîkê ya Sentûrê Nêrgis Çelebî diyar kir ku heger metodên wan bi zimanê kurdî hebin wê ji bo wan bibe nasname. DÎMEN HEYE   *Berdevka Ofîsa Jinê ya MSD’ê ya Herêma Efrînê Zeyneb Qenber, derbarê kiryarên li Efrînê tên jiyîn nirxandin kir û got: ”Hebûna hêzên navneteweyî ya li Sûriyeyê aloziya li Sûriyeyê dirêj û kûrtir dike. Li dijî vê yekê  berxwedana gelê me li Şehbayê domandina rêya têkoşîn û serkeftinê ye.” DÎMEN HEYE   *Endamên Koma Şehîd Berçem a strana yên Tevgera Kevana Zêrîn ji bo pêkanîna xeyalên hevala xwe têkoşîna pêşxistina hunerê didin meşandin û dibêjin: “Huner şêwaya jiyana mirovan û hestên wan bi lêv dike, em jî dixwazin hestên xwe bi rêhevala xwe Berçem re parve bikin û xeyalên wê pêk bînin.”  DÎMEN HEYE   *Sakîne Yilmaz a ji bo debara xwe bike kadeyên sêlê çêdike da zanîn ku her jinek li hemberî şert û mercên jiyanê ên ku li wan hatine ferz kirin têkoşîneke mezin didin û wiha got: “Heta mêr karek dikin em deh karan dikin û bê rawestan dixebitin. Lewra keda me û bedena me ji aliyê civaka mêr ve tê çewisandin.” DÎMEN HEYE   * Şehrîban Ozadîktî ku ligel zaroka wê hat binçavkirin û piştre hat girtin, diyar kir ku armanca binçavkirinên demên dawî ev e ku jinan hepsê malê bikin û got: “Polîtîkayeke der barê şikandina cesareta jinê tê meşandin. Bi taybet berê xwe didin jinên xwedî zarok. Jinan bi zarokên wan tehdîd dikin.” DÎMEN HEYE   *Penaberên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê neçar man axa xwe terk bikin, hîna jî têkoşîna jiyanê didin. Sûriyeyiyên li Wanê bi cih bûne wiha gotin: “Axa me heye. Desthilatdariya vî welatî li wir li zilm li me kir. Em li vir jî hîna zilmê dijîn. Mirov li cem gelê xwe disitirin. Em jî hatin vir.” DÎMEN HEYE   *Li Giyadînê Bajarê Antîk Meya 3 hezar sal e li ser piyan e û wek gelek cihên turîstîk ew jî ji ber vîrusa korona van rojan bêdeng e. Bajarê Antîk li bendê ziyaretvanê xwe ye. DÎMEN HEYE   *Mehmet Demîr ji ber kar nedît ket greva birçîbûnê û hevjîna wî Gulîstan Demîr jî bi meha ne kar nabîne. Gulîstanê diyar kir ku ji ber nikarin kirê bidin wê ji xanî derkevin û banga piştevaniyê kir. DÎMEN HEYE   * Handan Aşkin diyar kir ku di rewşa ku Peymana Stenbolê bê rakirin de wek wê, wê gelek jin rastî şîdetê bên û got: “Wê Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 pêk bê, jin jî wekhev bijîn.” DÎMEN HEYE