33 kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn 2020-07-20 15:46:49   STENBOL - 33 kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di salvegera 5’emîn a kesên jiyana xwe ji dest dan careke din edalet hat xwestin.    33 kesên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsa Rihayê di encma komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn . Di bîranînên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li bajarên cuda hatin lidarxisitn de gelek kes tevli bûn û komkujî şermezar kirin.    Di çarçoveya bîranînê de li Stenbolê gelek endamên rêxistinên ciwanan û parlamenterên HDP û CHP’ê tevlî bîranînê bûn. Di axaftinên ku di bîranînê de hatin kirin de hat destnîşankirin ku berpirsyarê komkujiyê Desthilata AKP’ê ye û dê pêşiya dozê neyê berdan û hesabê komkujiyê bipirsin.    Piştî bîranîna li goristanê, li Mala Cemê ya Gaziyê loqme hat belavkirin. Li vir jî qurbaniyên komkujiyê bi duayan hatin bibîranîn.    Amed    Li Amedê jî qurbaniyên komkujiyê Veysel Ozdemîr û Nazli Akyurek li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbat, nûnerên Rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) a Bajar a Amedê, SGDF, Rêxisina HDP’ê ya Bajar a Amedê, Rêxistina Partiya Komunistan a Kurdistanê (KKP) ya Bajar a Amedê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranîne de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li ser bû hat vekirin. Gelek maşîneyên zirxî û polis hatin her du goristanan û gelek kesên tevli bîranînê bûn şopandin.    Li ser goristanê malbat û nûnerên partiyên siyasî axaftin kirin û bal kişandin ser ronînekirina komkujiyê. Piştî axaftinan, ji ber ku Veysel Ozdemîr di roja ku hat qetilkirin de ji dayik bûbû, ji aliyê beşdaran ve bi pasta rojbûna  wî hat pîrozkirin.    Wan   Li Wanê jî qurbaniyê komkujiyê Yûnûs Emre Şen, li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenterên HDP’ê yên bajar Sezaî Temelî û Mûrat Sarisaç û gelek rêveberên HDP’ê yên bajar tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de Parlamenter Temelî axaftin kir û got ku weke Enqere û Amedê qurbaniyên komkujiyê li ber çavê desthilatê hatine kuştin.    Colemêrg   Li Colemêrgê jî qurbaniyê komkujiyê mamosteyê îngilîzî Suleyman Aksu, li navçeya Geverê bi qurnefîlan li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û hevalên Suleyman û rêveberên HDP’ê yên navçeyê tevlî bîranînê bûn. Beşdarên bîranînê gora Suleyman bi qurnefîlan xemilandin û pêlîstok li zarokan belav kirin.    Dayika Suleyman, Kudret Aksu, di bîranînê de axivî û diyar kir ku kurê wê ji bo aştiyê berê xwe dabûye Pirsûsê û ev tişt got: “Heta ku em sax bin em ê wan ji bîr nekin. Ez edalet û aştiyê dixwazim. Weke dayikekê nexwazim ku êdî dilê dayikan bişewite. Daxwaza aştiyê ya kurê min daxwaza min e jî.”    Mûş   Li Mûşê jî qurbaniyên komkujiyê Evrîm Denîz Erol, Serhat Devrîm û Med Alî Barûtçû jî li ser gora xwe hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên SGDF’ê û rêveberên ESP’ê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser goristanên qurbaniyan.   Şirnex   Li Şirnexê jî qurbaniyê komkujiyê Ugûr Ozkan li navçeya Cizîrê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de li ser navê malbatê mele Qasim Yîgît axivî û diyar kir ku lêgerîna qurbaniyan lêgerîna edaletê bûye û daxwazên wan jî heman daxwaz in.