Polîsan êrîşî malbatên TAYAD'ê kirin 2020-07-20 15:35:05   ENQERE - Polîsan mudaxileyî endamên TAYAD’ê yên ku xwestin ji bo Ebrû Tîmtîk, Aytaç Unsal, Dîdem Akman û Ozgur Karakaya yên di rojiya mirinê de ne, daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin û 5 kes binçav kirin.    Endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) xwestin ji bo endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal û muwekîlên wan Dîdem Akman û Ozgur Karakaya yên di girtîgehê de ji bo “darizandinek adîlane” di çalakiya rojiya mirinê de ne, daxwazname bidin Dadgeha Bilind. Lê polîsan mudaxliyelî wan kirin û 5 kes binçav kirin.   Endamên TAYAD’ê roja 16’ê Tîrmehê, bi armanca  daxwazên parêzer û muwekîlên wan ên di rojiya mirinê de ne bên qebûlkirin, ji Stenbolê ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin. Endamên TAYAD’ê di dema meşê de 5 caran hatin binçavkirin. Mûsa Aslan, Hasan Oktem, Hasan Kocaman, Alî Dîlmen, Yildiz Tûran, Berkay Koroglû û dayika Dîdem Akman Zulfiye Akman ên di baskê meşa Bûrsayê de hatibûn binçavkirin, hîna jî di bin çavan de tên girtin.