Daxwaza edaleta ji bo Pirsûsê, daxwaza aştiya civakî ye 2020-07-20 13:51:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDK, DBP û ÎHD'ê têkildarî komkujiya 33 ciwanên 5 sal berê li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin daxuyanî dan û 33 ciwanên şoreşger bibîr anîn. Rêxistinan anîn ziman ku dê wan ji bîr nekin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin daxwaza edaleta ji bo Pirsûsê, daxwaza aştiya civakî ye.   Têkildarî komkujiya Pirsûsê ya ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû kirin û 33 kesî jiyana xwe ji dest dabû Rêxistinên HDK, DBP û ÎHD'ê daxuyanî dan.    Komîsyona Edaletê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê têkildarî komkujiya 20'ê Tîrmeha 2015'an ku 33 ciwanên şoreşger ên dema pêlîstok dibirin ji zarokên Kobanê re li Pirsûsê ji aliyê DAÎŞ'iyan ve hatibûn kuştin daxuyanî dan. HDK, DBP û ÎHD'ê diyar kirin ku doza komkujiya li Pirsûsê dixwazin bê encam bigirin û wiha gotin: "Daxwaza edaleta ji bo Pirsûsê, daxwaza aştiya civakî ye. Divê bersûcên komkujiyê bên darizandin û kesên rê li pêş vê yekê vekirine jî bên darizandin. Em diyar dikin ku di 5'emîn sala komkujiyê de em li daxwaza "Ji bo Pirsûsê Edalet" xwedî derdikevin. Em carek din 33 rêwiyên xeyalan bi hurmetî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê heviyên wan bi têkoşînê mezin bikin. Di ser komkujiyê re 5 sal borîn. Lê heta niha Bersûc Yakup Şahin carekê jî derneket pêşberî dadgehê.  Delîlên teqez hene ku têkiliya vê komkujiyê û komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê bi hev heye. Lê gavên ku rastiyê ronî bike û berpirsiyaran ceza bike nehatiye avêtin. Em komkujiya Pirsûsê û 33 rêwiyên xeyalan ji bîr nakin. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ku HDP’ê piştgiriya mezin a gel stend, bi van komkujiyan xwestin gelê Kurd û Tirk bînin hemberî hev. Ev yek encama van polîtîkayan e. Em vê komkujiya ku di rûpelên dîroka Tirkiyeyê de reş in nalet dikin. Em carek din diyar dikin ku em ê xeyalên wan zindî bikin."