Zarokên di wesayeta çawişê pispor de ku qeza kir kî ne? 2020-07-20 13:02:57   AMED - Wesayeta çawişê pispor a ku du zarokên ji Hênê tê de bûn, qeza kir.    Wesayeta ku çawişê pispor H.K. bi kar dianî serê sibehê saet di 04.00'an de li ser rêya Hênê-Pîranê qeza kir.  Du zarokên ji malbateke Hênê jî di wesayetê de bûn. Ev bûyer bû sedem ku di serê me de pirsa 'Ew zarokan çima di wesayeta çawişê pispor de bû' anî bîra me. Nehat hînbûn ku ew zarokana çima di wê wesayetê de bûn.    Hat diyarkirin ku çawişê pispor di doza bilind de alkol girtiye.    Li gor agahiyên me bi dest xistin rewşa zarokan giran e û di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tên girtin.    Her wiha hat hînbûn ku çawişekî pispor ê din jî di wesayetê de bûye.