‘Şoreşa 19`ê Tîrmehê vejîna mîladeke nû ye’ 2020-07-20 11:56:32   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ku beşdarî pîrozbahiya 8'emîn salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê roja rizgariya ji desthilatdariya Rêjîma BAAS bû û vejîna mîladeke nû ye.  Yekîtî û hevkariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha projeya netewa demokratîk diparêzê."   Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê bi hemû pêkhateyên xwe, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Rêveberiya xweser ya herêma Firatê. Herwiha Kongreya Star, mêvanên ji bajarê Minbic û bajarokê Sirînê duh di saetên êvarê de  li ewyana   Firatê kom bûn û salvegera 8'emîn ya şoreşa Rojavayê Kurdisatanê, pîroz kirin. Têkildarî pîrozbahiyê jinên ku beşdarî şahiyê bûn kêşxweşiya xwe anîn ziman û nêrînên xwe derbarê şoreşê de ji me re parve kirin.   ‘Şoreşa me şoreşa vejînê bû’   Jina bi navê Bediya Îbrahîm şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Şoreşa19`ê Tîrmehê roja azadiya Gelê Kurd bû ku li dijî desthilatdariya Rêjîma BAAS serî hildan. Rêjîma BAAS gelek zext li me dikir û çand, ziman, nasname û hebûna me hertim hedef digirt. Mirov bi giştî dikare bêje ku hebûna Gelê Kurd li Sûriyeyê înkar dikirin. Em îro pir kêfxweşin ku em li ser axa xwe bi rastiya xwe dijîn.Şoreşa me şoreşa vejînê bû."   ‘Jinan bi berxwedana xwe şoreş geş kirin’    Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xidro bal kişand ser berxwedan û rola jinê ya di şoreşê de û wiha pê de çû: "Kobanê bajarê yekem bû ku çirûska berxwedanê jê dest pê kir û paşê li tevahî bajaran belav bû.  Herî dawî jî bajarê Baxozê ya Dêre Zorê hat rizgarkirin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi şoreşa Jinê tê naskirin, ev gotin ne gotineke vala ye,  ji ber ku di oxira şoreşê de bi hezaran jinên me têkoşîna azadiyê dan meşandin. Ji Arîn Mîrkan em bigirin berxwedana ku dawî li Çeteyên DAIŞ`ê anî, ev berxwedana  ku di asta bilind li tevahî cîhanê bûn mînak. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji destpêka aloziya Sûriyê de me xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart û bingeha xwe li ser netewa demokratîk me ava kir. Hebûna Jinan di vê projeyê de jî bû sedema serkeftin û gihîştina me ya vê astê. Em ji gelê xwe re dibêjin ku çawa me bi hev re pêvajoyên herî dijwar derbas kirin, em ê bi hev re vê aloziya aborî û êrîşên dewleta tirk jî derbas bikin."   `Şoreşa 19`ê Tîrmehê bingeha hevgirtina gelan bû`    Hevseroka Meclîsa Rêveber ya bajarê Minbicê Nezîfa Xilo keda cangoriyên azadiyê di şoreşê de bi bîr anî û wiha got: "Ev şoreş berhema vîna gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî desthilatdarî û zilma Rêjîma BAAS bû. Loma ev raperîn tê wateya vejîna mîladeke nû ji bo gelên herêmê. Her wiha bi saya vê rojê hemû hêzên leşkerî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn yek û li dijî xetertirîn rêxstinên terorîst ên wekî Çeteyên DAIŞ`ê şer kirin.  Bê guman mirov divê keda mezin ya şehîdan ji bîr neke, ji ber ku bi saya fedekariyên wan em gihaştin vê asta serxwebûn û azadiyê."