’Em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi guman in’ 2020-07-20 09:02:44       Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Meqbûle Bekî, di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan de nêrîna xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk di kesayeta Rêber Apo de tevahî gelê azadîxwaz tecrîd dike.  Em ji rewşa tendirustiya Rêber Ap bi gûman in, pêwist e ev tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi rêberê me re bê kirin."   Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 15´ê Sibata 1999´an de dîl hat girtin. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birin Gireva Îmraliyê di her demekê de bi rêbazên cûda tecrîdê li ser kesayeta wî didin meşandin.  Ji bo ku tecrîd bê şikandin greva birçîbûnê hat destpêkirin û piştî grevê bi demekê di 26’ê Gulana 2019’an de hevdîtin bi Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan re hat kirin. Piştî ku agir bi gireva Îmraliyê ket,  Gelê Kurd û dostên wan daketin qadan, li ser îsrara gel deweleta tirk destûr da ku malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 3’ê Adara 2020’an de biçin gireva Îmraliyê serdanê. Ji 3’ê Adarê de heta van kêliyan bi tû awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Têkildarî mijarê endama Rêveberiya komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Meqbûle Bekî, di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan de nêrîna xwe anî zima.   ’Em ji rewşa Rêber Apo bi gûman in’   Meqbûle di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Ev bû 22 sal ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye. Dewleta tirk di kesayeta Rêber Apo de tevahî gelê azadîxwaz tecrîd dike.  Em ji rewşa tendirustiya Rêber Apo bi gûman in. Bi derketina vîrosa koronayê (COVÎD-19) gana me ya di vî warî de zêdetir bû. Dewleta tirk li hember vê vîrûsê li girtîgehan tu tedbîran nagire û li gor qanûnên navneteweyî girtî nayên parastin. Ne tenê rewşa Rêber Apo reşa tevahî girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyeyê de xeteriyê de ye. Dewleta tirk hewil dide ku têkiliya di navbera gel û rêber Apo de qut bike. Ji ber wê jî bi rêbazên dijmirovî tecrîdê giran dike.”    ’Dewleta tirk bi mijarên vala rojevê mijûl dike’   Meqbûle di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gel ji bo azadiya Rêber Apo hertim li ser piya ye û wiha domand: " Bi sala ne Gelê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya Rêber Apo li dijî tecrîdê têkoşînê didin. Dewleta tirk ji bo bala gel ji armancên wan yên esasî veguherîne, hertim mijarên vala ji xwe re dike rojev. Bi van mijaran jî dixwaze balê ser rewşa rêbertî bide alî û êrîşî herêmên Kurdistanê dike. Ev dewlet bi hemû rêbazan êrîş û dagirkeriya xwe berdewam dike ji bo ku serweriya xwe mayînde bikeda. Em ê li dijî hemû cureyên êrîş û tecrîdê têbikoşin. Em dixwazin gelê me jiyaneke azad û aram bijî.”    ’Divê gelê me têkoşîna xwe bidomîne’   Meqbûle wiha dawî li gotinên xwe anî: “Banga min ji hemû rêxistinên mafên mirovan re heye ku dengê xwe bikin yek û vê tecrîdê ji ser Rêber Apo rakin. Divê gelê me jî têkoşîna xwe bidomîne. Bi hêz û îradeya xwe divê em tecrîdê rakin û rêber Apo azad bikin.”