Şêniyên Efrîn û Şehbayê 19'ê Tirmehê pîroz kirin 2020-07-19 20:12:23   ŞEHBA - Bi boneya 19'ê Tirmehê salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê şêniyên Efrîn û Şehbayê li kampa Serdemê şahî li dar xistin.    Bi pêşengtiya Meclîsa Herêma Efrînê û Meclîsa Kantona Şehbayê bi dirûşma "Bi rihê 19'ê Tirmehê em ê faşîzmê têk bibin, Efrînê rizgar bikin û xweseriya demokratîk misoger bikin" şahiyek girseyî li kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Di şahiyê de şêniyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star û bi pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana serdemê û rûmetê em ê vegerin Efrînê", "Bi rihê 14 û 19'ê Tirmehê em ê li ber xwe bidin û Efrînê rizgar bikin" û "Komkujî wê nikaribin xeyalên me yên pêşerojê bi dawî bikin" hatibû xemilandin. Beriya şahiyê meşek girseyî li kampa Serdemê hat lidarxistin.   '19'ê Tirmehê vejîna Gelê Kurd e'    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Ehmed Hedo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: " 19'ê Tirmehê vejîna Gelê Kurd e. Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd bû xwedî vîna ku têk naçe. Gel êdî doza xwe naskir û ji bo doza xwe têkoşînê dide."   'Ev roj ji bo jinên kurd rojek dîrokî ye'   Li ser navê Rêxistina Kongreya Star  Fatma Silêman 8'emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha domand: "Em şoreşa Rojavayê Kurdistanê di serî de li Rêber Apo û hemû gelê xwe pîroz dikin. Ev roj ji bo Gelê Kurd û bi taybet jinên kurd bû rojeke dîrokî. Em ê li dijî dagirkeran têbikoşin û ala serkeftinê ya gelan bilind bikin."   'Jinên Rojava rê nade dagirkeran'   Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demikratîk PYD'ê  Hediye Yûsif jî salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha axivî: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya vîn û baweriya jinên kur gihîşt pêvajoya herî bilind. Dewleta tirk herdem bi gef û kiryaran êrîşî deskeftiyên Rojava dike û di êrîşan de yekem jina bi rêxistinkirî armanc digire, lê di serî de jinên Rojava jinên Rojhilata Navîn rê nadan dagirkeran û xwedî li dîroka xwe derdikevin."   Piştî axaftinan koma şehîd Berçem şehîd Hêva û şehîd Agirî stranên gelerî pêşkêş kirin. Her wiha koma Kevneşop a Govendê ya Çand û Hunera Herêma Efrînê govenda xwe pêşkêş kir.   Şahî bi gerandina govenda gelan bi dawî bû.