Bi sedan jin li Peymana Stenbolê xwedî derketin 2020-07-19 18:42:00   STENBOL - Meclîsên Jinan li Stenbolê ji bo balê bikişînin ser Peymana Stenbolê ya ku ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin were guhertin li ber Îskeleya Kadikoy û Beşîktaşê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jin bi rengên xwe û dovîz û pankartan beşdarî çalakiyê bûn.     Meclîsên Jinan li dijî guhertina Peymana Stenbolê diyar kirin ku ew ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Fidan Ataselim ya di daxuyaniyê de axivî wiha got, “ Tu kes nikare çav berde mafên me. Wê peymana Stenbolê bê pêkanîn û jin jiyaneke wekhev bijîn. Ev êrîşa li peymanê nîşaneya zahmetiyên ku îqtîdar dijî û dema çûyîna wê nîşan dide."     'Peyman pêşî li tundiyê digire'   Seroka Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav jî  diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan meseleya man û nemanê ye û got: “Ev peymanek ku wekheviyê diparêz e ye û tekane peyman e. Peyman pêşî li tundiyê digire. Loma vê naxwazin. Ji bo pergala malbatê xera dike dixwazin peymanê rakin. Jin li ber çavê zarokên xwe tên qetilkirin. Jin ji her demê bêtir bi hêz in. Îqtîdar ji me ditirse. Îqtîdar li hember pirsgirêkên jinan bêhêz e. Heke peyman bihata sepandin wê ewqas jin nehatine kuştin. Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin. Ji bo hin bêtir em mezin bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”     Piştî axafitnên Malbatên jinên ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, çalakî bi dirûşman bi dawî bû.