19'ê Tirmehê li bajarê Heleb û Şehbayê hat pîrozkirin 2020-07-19 09:35:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 8'emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şahî û meş hatin lidarxistin.   Şoreşa 19'ê tirmehê di salvegera 8'emîn de li Rojavayê Kurdistanê bi şahiyan tê pîrozkirin. Duh şev jî şêniyên li bajarê Helebê bi meşekê û şêniyên Efrîn û Şehbayê bi şahiyekê salvegera 19'ê tirmehê pêşwazî kirin.      Li Şehba şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin   Bi boneya salvegera 19'ê Tirmehê şêniyên Efrîn û Şehbayê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şahiyekî  pîroz kirin. Şahî li tevahî navçeyên Şehbayê hat lidarxistin. Her wiha hemû kesên ku hunera xwe pêşkêş kirin bi cil û bergên gelerî tevlî şahiyê bûn. Hola şahiyê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star hatibû xemilandin.    Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê  Endama Rêveber a Kongreya Star a Herêma Efrînê Emîne Dengelî şoreşa 19'ê Tirmehê pîroz kir û wiha got: "Em di destpêkê de hemû şehîdên 19'ê tirmehê bi bîr tînin û vê rojê di serî de li Rêber Apo û gelê xwe pîroz dikin. Em ê bi rihê 19'ê tirmehê xeta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em di salvegera 8'emîn a 19'ê Tirmehê de soza xwe nû dikin û em ê bi israrek mezin Rêberê xwe azad bikin."   Paşê ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê ve komên govend, stran û şano hatin pêşkêşkirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.   Şêniyên Helebê ji bo 19'ê tirmehê meşeke girseyî lidarxistin   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê 8'emîn salvegera 19'ê Tirmehê bi dirûşmA "Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye, va ye jin xwedî li şoreşa xwe derdikeve" bi meşekê hat pêşwazîkirin. Di meşê de şêniyên taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên Kongreya Star hatibûn hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Destîna berdewam kir.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê  Kongreya Star Roşîn Osman salvegera 19'ê Tirmehê pîroz kir û wiha pê de çû: "Di serî de em 19'ê Tirmehê li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Gelê Kurd bû, ji bo hemû pêkhateyan bû. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de me gelek deskeftiyên mezin qezenc kirin, destkeftiyên me avakirina xweseriya demokratîkin."   Meş bi dirûşma" Bijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê" bi dawî bû.