'Bi şoreşê re jinê gavên şênber avêtin' 2020-07-19 09:09:02   Sorgul Şêxo   QAMIŞLO - Rêvebera Ofîsa Jin a Heyeta Wetenî ya Erebî Newal El-Mizyed, da zanîn ku li Rojhilata Navîn her tim rol, vîn û hebûna jinan hatibû pişguhkirin û got: "Bi şoreşê re jin gavên şênber avêtin. Her wiha şoreşa ku li Rojava îro tê meşandin ne şoreşeke kurdî an jî erebî ye, şoreşa gelan e."   Şoreşa ku li Kobanê di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de dest pê kir, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû û di asta herêmî, cîhanî û navneteweyî de deng veda. Bi şoreşê bi sedan jinên cîhanê ji têkoşîna jinên kurd bi bandor bûn û tevlî şoreşê bûn. Şoreş li ser her netewekî li rojavayê Kurdistanê şopa wê heye, taybetî jî li ser jinên Ereb. Têkildarî vê mijarê Rêvebera Ofîsa Jin a Heyeta Wetenî ya Erebî Newal El-Mizyed bandora şoreşê ser gel û jinên ereb kiriye, nirxand.   Newalê, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora Şoreşa 19'ê Tîrmehê û got: "Di civaka Rojhilata Navîn de her tim rol, îrade û hebûna jinan hatibû pişguhkirin, li gorî urfên civakî jin tevdigeriyan. Ne ku jinên ereb jî daxwazeke wan ya xelasiya ji koletiyê nebû, lê jinên ku bikaribin şoreşê ava bikin û rêveberiya wê bikin tunebûn. Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de vîna jinê hat pejirandin. Me bawer nedikir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ser keve û bighêje lûtkeyekê ku bala cîhanê bikşîne. Ya ku deng da Şoreşa Rojava rol û misyona jinê bû."   'Bi şoreşê re jinan gavên şênber avêtin'   Newalê da zanîn ku jinên ereb bi saya şoreşê hebûna xwe mayinde dikin û wekî jin bi nasnameya xwe tevbigerin û wiha pê de çû: "Em ji bo rêxistinbûna xwe û her wiha ya civakê ketin nava hewldanan. Heta radeyeke baş ereb bi nasname û vîna xwe di nava Rêveberiya Xweser de cih girt. Di hevserokatiyê de jî roleke jinan a pir girîng hebû. Jin li dijî astengî û hişmendiya mêr gavên berbiçav, şênber avêtin."   'Şoreşa Rojava nêrîna gelek welatan guherand'   Newalê destnîşan kir ku gelek kesên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digotin Şoreşa Rojava tenê şoreşeke kurdî ye û wiha axivî: "Lê berovajî wê rengê hemû netewan di nava şoreşê de hat xuyakirin. Şoreşa ku li Rojava îro tê meşandin ne şoreşeke kurdî an jî erebî ye, şoreşa gelan e. Ev encama vejîn û serhildana gelekî ye li hemberî hişmendiya dewletê ye. Şoreşa Rojava nêrîna gelek welatan guherand. "   'Nêrîna jinên Sûriyeyê ji Şoreşa Rojava erênî bû'   Newalê bal kişand ser nêrîna jinên Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi xebatên xwe yê dîplomasî dikarîbûn nêrîna jinên Sûriyeyê li bajarên mezin yên Sûriyeyê weke Şam, Laziqiyê, Tertûs, Humis û Hemayê ji şoreşa Rojava re biguhere. Ewqase destkeftiyên ku îro di destê me de ne hemû bi ked û têkoşîna jinên ku bi dilsozî tevlî şoreşê bûn û bi erkê xwe yê wîjdanî ve rabûn e, hatin mayindekirin."   'Yên ku xwestin Şoreşa Rojava têk bibin îro ew têk diçin'   Newalê êrîşên dewleta tirk bi bîr xist û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Şoreşa ku ev 8 sal in dewam dike, rojekê jî bê şer derbas nebûye. Di hundirê sanciyên şoreşê de, dewletên ku xwestin nefesa wê biçikînin hebûn, taybet jî dewleta tirk bû. Dewleta tirk di nava 4 salan de gelek herêmên Sûriyeyê dagir kir, en wekî Cerablus, Bab, Izaz, Efrîn û herî dawiyê jî Serêkaniyê û Girê Spî bû. Armanca dewleta tirk ji dagirkirina xaka Sûriyeyê û têkçûna projeya Netewa Demokratîk e.  Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe kirin e xelek û destkeftiyên wê diparêzin."   'Projeya demokratîk çareseriye hemû pirsgirêka ne'   Newalê di dawiya gotina xwe de bang li jinan kir ku parastina destekftiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Projeya Netewa Demokratîk heya niha li tu devera cîhanê nehatiye peydakirin û ji bo parastina wê jî em ê şev û roj bixebitin. Projeya me projeyeke balkêş e û serkeftiyê. Projeya Demokratîk çareseriye hemû pirsgirêka ne."