‘Ji bo bi tacizê re rûbirû neyêm neçarim ku nasnameya xwe veşêrim’ 2020-07-19 09:07:15   AGIRÎ - Kesê LGBT+ E.A yê ji ber nasnameya xwe li kargerî, dibistan û gelek cihên din nehat qebûlkirin, wiha got: “Ji bo di civakê de cih bigirim, bi tecawizê re rûbirû neyêm neçarim ku nasnameya xwe veşêrim.”   Kesên LGBT+ ji ber nasnameya xwe di qadên wek perwerde, tenduristî, kar de bi newekheviyê re rûbirû dimînin û ji ber vê jî neçar dimînin ku nasnameya xwe veşêrin. E.A ku di hemû karên ku dest pê kir de bi tacîzê re rûbirû ma û neçar ma ku nasnameya xwe veşêre. E. tiştên jiya wiha got: “Baweriya min ya bi civakê re şikestiye. Ji aliyê malbat û xizmên xwe ve nehatim qebûlkirin. Hevalên min qet tunebûn û ji ber vê jî ez her tim bi tenê mam."    E. di axaftina xwe de bal kişand ser guherînên ku pêk hatî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 6 salî de dengê min guherî û ez ketin ferqê. Di 15 salî xwe de jî min li dibistanê ferq kir ku ez nayêm qebûlkirin. Piştre min xwest ez dibistanekî taybet te bixînim. Lê ji ber hinek pirsgirêkan ez neçûm. Mamosteyê rehberê rewşa min ferq kir û ez pê re axivîm. Lê şûna ji min re bibe alîkar, bi mamosteyên din re parve kir. Heta bi min keniyan. Ji ber vê jî min her tim dibistan diguhert. Piştî dibistana seretayî di lîseyê de min biryar da ez ê xwe biguherim. Ji vir şûnde bi kesî re neaxivîm. Min nedixwest ku kes dengê min bibîhîze. Heta dema ku mamoste jî tiştek bipirsiya minê bersiv nedida. Malpera çapemeniyê ya dibistanê hebû. Li vir wêneyê min parvekirin û ez îfşa kirim.”   ‘Ez qebûl nekirim’   E. destnîşan kir ku ji aliyê mêrên ku rewş ferq kirine, ve rastî îstîsmara zayendî hatiye û wiha pê de çû: “Li dijî tacîzan jî neçar mam bêdeng bimînim. Li cihekî dixebitîm, ji kar hatim avêtin. Derfet ji bo kesên LGBT+ nayê dayîn. Nayên qebûlkirin. Kes alîkarî nade, dê û bav, civak alîkar nabe. Ez ji paqijiyê hez dikim. Dema dikim jî dibêjin ‘tu şerm nakî paqijiyê dikî, ma tu keçikî tu paqijiyê dikî?' Her kes dikare paqijiyê bike. Ji ber ku ez her tiştî jiyam û êdî baweriya min bi civakê re nema. Malbata min, xizmên min ez qebûl nekirim. Qet hevalên min tunebû. Gotin û nêzîkatiyên wan dibûn sedem ku ez pê biêşim. Min dixwest ku ez dawî li jiyana xwe bînim."   E. bi lêv kir ku demek berê hatiye Agiriyê û wiha berdewam kir: “Ez hatim cem bapîr û kalê xwe. Ez li vir xebitim û lê li vir jî heman rewş hat serê min. Lê li vir jiyan ji bo min baştir e. Ji ber min lêpirsîn nakin, tiştekî nabêjin. Ez hewcedariyên wan tînim cih. Ez dixwazim êdî jiyanek ji bo xwe biafirînim. Ez niha hewl didim ku pîşeyek hîn bibim. Ez gelek hez xwezayê dikim û diçin nava xwezayê û xwe ji her tiştî dûr dixim."