‘Dewlet dixwaze bûyerê binixumîne, lê her tişt aşkere ye’ 2020-07-19 09:02:57   Medya Uren   ÊLIH - Parlamenter Feleknas Uca di têkildarê mijara tecawizê ya ku li Êlihê pêk hatî de wiha got: "Pirsgirêk ne malbatî ye pirsgirêk civakî ye û ev bûyerên ku li Êlih û Şirnexê pêk hatî ne tesadîfî ne û di çarçoveya konsepta şer tê meşandin. Divê gel li dijî taciz û tecawizê bêdeng nemîne û têbikoşe."   Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina ciwan a 18 salî ku piştî çawîşê pispor M.O. tecawizî wê kir û întîhar kir niha di nexweşxaneyê de ye û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Di 17'ê Tîrmehê de çawîşê pispor îfade da dozgeriyê û dozgerî biryara serbestberdana wî da. Parlementera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca têkildarê mijarê de axivî û diyar kir ku dixwazin bûyerê binixumînin lê ew ê destûr nedin wê yekê.    ‘Ji ber gefan nikarin bibin dengê keça xwe'    Feleknas, diyar kir ku di demên dawiyê de bûyerên li dijî mirovahiyê zêdetir dibin û got: "Herî dawî li Şirnex û Êlihê bûyerê tacîzê ji aliyê çawişên pispor ve pêkhatin. Rêxistina Êlihê bûyerê nêz ve şopand. Em çûn serdana malbatê. Li gorî gotinên malbatê jina ciwan Î.E bi tecawîzê re rûbirû maye. Malbatê da zanîn ku serî li rayedarên dewletê dane û daxwazname dane rayedarên li Sêrt û Êlihê. Di nava çend rojane de dayik û xwîşk têkoşînek dane. Lê belê li gorî peyamên medayaya civakî dayik gotiye 'dewlet xwedî li me derneketiye'. Bê guman tecawizek heye, ya herî girîng jî nixumandinek li holê ye. Her wiha jiyana malbatê di metirsiyê de ye. Niha jî rewşa tenduristiyê ya keça wan di xeterê de ye, lê belê malbat jî ji gefan ditirsin. Malbat ji ber vê sedemê jî nikarin bi zelalî bû rewşê bibêjin û nikarin bibin dengê keça xwe."    ‘Kes li malbatê xwedî derneket’   Feleknas, da zanîn ku pirsgirêk ne malbatiyê û ciwakî ye û wiha axaftina xwe dom kir: "Ligorî gotinên malbatê, malbat ketiya nava hewldanan, lê belê dewlet, rayedar û berpirs derbarê hewldana wan de tiştek nekiriye. Ligel tecawizê, niha jî çawişê pispor malbat tehdît dike. Ji ber tehdîtan êdî malbat nikarin taciz û tecawizên ku pêk tên bînin ziman û dengê xwe derxin. Ji ber ku kesên ku piştgirî bide wan malbatan nîne. Lê divê bê zanîn ku ev bûyer ne pirsgirêk malbatê ye, pirsgirêka civakê ye. Îro li Şirnexê bûyerê dinixumînin û bav dibin gefan de didin axaftin. Lê divê em destûr nedin van yekan. Dibe ku li vir ji heman tişt tê kirin. Dewlet dixwaze bûyerê binixumîne, lê her tişt aşkera ye.”   ‘Dixwazin vîna kurd teslîm bigirin'    Feleknasê, bal kişand ser êrîşên hikûmetê ya li hemberî kurdan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di nava çend rojan de bûyerên wisa qewîmin. Ev ne tesadûfî ne. Ev konsepteke şer e. Êrişên komeleyên jinan dikin, siyasetmedarên jin digirin. Bi vî rengî ji dixwazin vîna kurd teslîm bigirin. Têkiliya gel ji hev qut dike. Siyasetmendarên ku wan temsîl dikin dixin zindanan û bi vî rengî ji hêviyên wî gelî dişkînin.”   ‘Hemû deshilatdar heman rêbazê bikartînin’   Feleknas, diyar kir ku bi taybet êrişek li hemberî jinan tê meşandin û wiha axivî: "Di hemû şeran de herî zêde jin zirarê dibînin. Di hemû şerên deshilatdaran de em dibînin ku di serî de êrîşê jinan dikin. Bi tecawizê dixwazin civakê bişkînin. Bûyera li Êlih ne ya yekemîn e.  Em li rewşa Gulîstan Doku ya ku li Dêrsimê widabûye temaşe bikin. Dewleta ku bixwaze her tiştê bike di bajarek ewqas biçûk de nikare xwe bigihîne Gulîstan ê. Ev bi serê xwe di hişê mirovan de gumanek ava dike. Ciwanek li Edeneyê hat qetilkirin ji bi heman rengî bi rûşvetan bûyer hat nixumandin. Li Enqereyê bûyera Bariş Çakarê bi kurdî stran guhdarkiriye jî hat nixumandin. Li Şirnexê û li Êlihê ji îro heman tiştê dikin. ”   Feleknas herî dawî got divê gel serî rake û têkoşîna li dijî tacîz û tecawizê mezin bike, li dijî hişmendiya ku dixwaze vîna jinê û mafê jinê tune bihesibîne divê serî rakin û bêdeng nemînin.