ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-19 09:00:00   *Jina bi navê Enehîde Hesen a li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê xwediya xwaringehekê ye, li ser xebatên xwe yên vekirina xwaringehê wiha got: “ Jin di xwaringehê de bixebite ne şerm e. Xwaringeha ku jin tê de kar bike paqijtir e. Dema ku bawerî bi îradeyê hebe wê serkeftin mîsoger be.” DÎMEN HEYE   *Di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de li ser bingeha azadiya gelan û xelasiya ji bindestiya dîktatoriya Rêjîma BAAS'ê ya bi salan çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li kolanan pê dikeve û li tevahî herêmên Rojava belav dibe. Mizgîniya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi deng û rengê xwe di nava cîhanê de deng veda, bû sedema guhertina çarenûsa hemû jinan. JI PÊNÛSA JINAN   *Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek guhertinên bingehên pêk hatin, Hevseroka PYD'ê Eyşa Hiso, diyar kir ku şoreş valaderxistina pergala netewperestiyê bû û got: "Tişta ku me bi dest xistiye yek nasnameya jinê, ya duyem pêşengiya jinê û ya sêyem jî guhertina civakê bû. Niha jî jinên hemû netewan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe avakirin û bi hev re jî pergala xwe ya demokratîk diparêzin." BI DÎMEN    *Mamosteyên Koordînasyona Perwerdeya Civaka Demokratîk, bal kişandin ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û gotin: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dihat wateya şoreşa parastina çand û ziman jî. Xeyalên ku bi salan hatibûn windakirin dîsa pêk hatin. Êdî netewên herêmê jî bi rengekî demokratîk bi zimanê xwe diaxivin." BI DÎMEN    *Parlamenter Feleknas Uca di têkildarê mijara tecawizê ya ku li Êlihê pêk hatî de wiha got: "Pirsgirêk ne malbatî ye pirsgirêk civakî ye û ev bûyerên ku li Êlih û Şirnexê pêk hatî ne tesadîfî ne û di çarçoveya konsepta şer tê meşandin. Divê gel li dijî taciz û tecawizê bêdeng nemîne û têbikoşe." BI DÎMEN    *Rêvebera Ofîsa Jin a Heyeta Wetenî ya Erebî Newal El-Mizyed, da zanîn ku li Rojhilata Navîn her tim rol, vîn û hebûna jinan hatibû pişguhkirin û got: "Bi şoreşê re jin gavên şênber avêtin. Her wiha şoreşa ku li Rojava îro tê meşandin ne şoreşeke kurdî an jî erebî ye, şoreşa gelan e." BI DÎMEN    *Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ku ev saleke di bin ambargoyê de ye anîn ziman ku ew axê jî bixwin ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha gotin:"Em ê heta dawî li berxwe bidin." BI DÎMEN    *Aktîvîstên jin bal kişandin ser pêşnûme qanûna afûkirina êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan û gotin: "Zewicandina zarokan, teşeyekê îstîsmara zarokane, binpêkirina mafê zarokane. Heke êrîşa zayendî bêceza bimîne wê tabloyek bi xof derkeve holê. Em ê li dijî qanûnê bêdeng nemînin.”   *Malbata Bahar Topal a li Kanîreşê ji aliyê Osman Topal ve hat qetilkirin, hevdîtina bi ajansa me re red kir. Parêzera Bahar Nuranê diyar kir ku li gorî wan Osman tenê ev pêk neaniye û daxwaz kirine ku lêpirsîn berfireh bibe. DÎMEN HEYE   *Cigira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, diyar kir ku di 5’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de wê li Pirsûsê bin û banga xwedîderketina li xeyal û têkoşîna kesên li wê jiyana xwe ji dest dan kir.   *Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel de bi îdiaya ‘heqeret li serokomar kiriye’ îdianame hat amadekirin û ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.   *Dîmenên ku rola wan di rewakirina şîdeta mêr û afirandina nêrîna di civakê de gelek girînge, îro jî ji aliyê hinek çapemeniyan ve tê bikaranîn û li dijî vê rewşê jin an jî zarok dîsa jî bi şîdeta mêr re rû bi rû ne.