Remziye Tosun: Walî li şûna ku astengiyê dike bila karê xwe bike 2020-07-18 20:02:47   ÊLIH - Çalakiya ku dihat xwestin li Êlihê bê lidarxistin ji hêla polîsan ve hat astengkirin.  HDP’yî û welatî ji parqê heta avahiya HDP'ê meşiyan.     Li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê A.A zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû hişt û piştî wê ji li Êlihê jineke ciwan ji aliyê çawîşê pispor ê bi navê M.O ve bi destdirêjiyê re rûbirû ma. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê li parqa Eteturk a Êlihê çalakiyek li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, rêxistina HDP’ê ya Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA) ^u gelek kes tevl^i  çalakiyê bûn.   Park ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.  Polîsan li dora parlamenter û hevserokên bajêr girtin. Her wiha ciwanên ku dirûşme berz kirin bi êrîşa polîsan re rûbirû man.  HDP’yî û welatiyên beşdarî çalakiyê bûn ji parqê heta avahiya HDP’ê meşiyan.   Çalekvanên li ber deriyê avahiya partiyê kombûne daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlementer Remziye Tosun axivî.  Remziye di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser qedexeyê walî û wiha got: “Waliyê ku îro dibe astengê me bila karê xwe bike. Bila li hemberî van bûyerên tacîz û tecawizê berteka xwe nîşanbidin. Tacîzkar hatiye berdan. Ger ku şopdarê bûyerê ban wê ev yek ji pêkne hatiban. Em ê şopdarê bûyerê bin û em ê nehêlin bûyer bê veşartin.  Em ê bi her awayî berteka xwe ya li hemberî tacîzê nîşa bidin. Jin wê têkoşîna xwe  berdewam bikin.”    Çalakî bi çepik û berzkirina diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî” re bi dawî bû.