Ji bo Gulistan Doku dê bendavê vala bikin 2020-07-18 16:22:30   ENQERE - Malbata Gulistan Doku bi Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu re hevdîtinek pêk anîn. Xwişka Gulistanê Aygul Doku, diyar kir ku dê di 20'ê mehê de Bendava Uzunçayirê bê valakirin û carek din lêgerî bê destpêkirin.    Xwendekara Beşa Gihaştina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ji 5'ê Çileyê heta niha windaye. Heta niha lêgerîna ji bo Gulistanê li Bendava Uzunçayirê dihat kirin. Di 6'ê tîrmehê de lêgerîna ji bo Gulistan ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve hat betalkirin. Malbata Gulistan di 16'ê tîrmehê de bi Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu re hevdîtinek pêk anî.    Derbarê hevdîtinê de xwişka Gulistanê Aygul Doku ji ajansa me re axivî. Aygul, destnîşan kir ku piştî hevdîtinê alîkarê Wezîrê Karê Hundur ji wan re gotiye dê Bendava Uzunçayirê bê valakirin û 15 rojan dê li vir xebat bê destpêkirin. Aygul, diyar kir ku li gorî gotina wan dê xebat 20'ê Tîrmehê de dest pê bike. Her wiha Aygul bal kişand ser rewşa Zaynal Abarakov û got: "Di hevdîtinê de ji me re gotin derbarê Zaynal de biryar qedexeya derketina derve hatiye dayîn û heta pêvajo neqede Zaynal nikare biçe cihek din."