Jinan ji Agiriyê dengê xwe bilind kirin: Em li dijî tundiyê ne 2020-07-18 15:30:08   AGIRÎ - Jinên ku di çarçoveya kampanayaya 'Têkoşîna Jinê li her Derê ye' xwestin bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Tevî astengiyê jî parlamenterên HDP'ê yên jin  li Kolana Cumhuriyetê daxuyanî dan. parlamenterên HDP'ê yên jin gotin:"Em bang li jinên Agiriyê dikin; Dibe ku îktidar mekanizmayên xwe naxin meriyetê lê hûn ne bi tenê ne. Bila polîtikayên AKP'ê we nikaribe ji jiyanê qut bike, bila têkoşîna me we li ser piyan bihêle."   Di çarçoveya kampanyaya 'Têkoşîna Jinê li her Derê ye' Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Agiriyê têkildarî jinên bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane meş li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên partiyê û gelek jin li avahiya HDP'ê kom bûn.    Kesên nîşaneya serfiraziyê kirin hatin astengkirin   Berî meşê avahiya HDP'ê ya Agiriyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan bi hinceta pandemiyê destûr neda meşa jinan. Destûr nedan jin derkevin derveyî avahiyê. Parlamenterên jin ên HDP'ê pankarta bi nivîsa "Li dijî îstismar, înfaz, tecawiz, qeyûm em hene" heta Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Cinayetên jinê polîtîk e" hatin berzkirin. Esnafên ku bi nîşaneya serfiraziyê piştigirî dan parlamenteran hatin astengkirin. Meş li Kolana Cumhuriyetê bi dawî bû û jinan li vir daxuyanî dan. Li ser navê parlamenteran Ayşe Acar Başaran beşdarî daxuyaniyê bû.   'AKP ji zihniyeta wekî xwe re dibêje tu dikarî jinê bikujî'   Ayşe bi bîr xistiye ku wan ji Enqereyê dest bi kampanyaya 'Têkoşîna Jinê li  her Derê ye' kirine û wiha got:"Îro jî li Agiriyê me xwest em li dijî polîtikayên AKP'ê yên li dijî jinê bimeşin. Di serdema pandemiyê de ji jinan re gotin bimirin. AKP ji zihniyeta wekî xwe re dibêje tu dikarî jinê bikujî. Jin li dijî vê yekê her dem sekinî."   'Bila têkoşîna me we li ser piyan bihêle'   Ayşe diyar kir ku jin li dijî komkujî, tecawiz û destdirêjiyê têkoşîna xwe didomînin û wiha got:"Li Agiriyê di nava 35 rojî de 5 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jin an tên qetilkirin an jî xemla qetilkirinê didin wan an jî jin ji ber tundiyê hew îdare dike û dawî li jiyana xwe tîne. Em bang li jinên Agiriyê dikin: Dibe ku îktidar mekanizmayên xwe naxin meriyetê lê hûn ne bi tenê ne. Bila polîtikayên AKP'ê we nikaribe ji jiyanê qut bike, bila têkoşîna me we li ser piyan bihêle."   'Îstismarkaran wekî lehengan bi xelat dikin'   Ayşe anî ziman ku do li Agiriyê N.Ş yê bernamzetê AKP'ê yê serdema 24'emîn bû êrîşa zayendî li zarokekê kiriye û wiha got:"Dixwazin jinan di nava çar dîwaran de bieciqînin. Jinên ku serî hildidin dibin hedef. Li Amedê û Dîlokê gelek hevalên me yên jin ji ber sedemên ji rêzê hatin binçavkirin. Em bi têkoşîna bi salan li vir in. Ew dizanin em gav paş de navêjin. Me dît ku AKP û MHP li Şirnex û Êlihê çawa dijminatiya kurdan dikin. Li Şirnexê çawişê pispor êrîşa zayendî li dijî zarokan pêk anî. Li êlihê dîsa çawişê pispor tecawizî jineke ciwan kir. Îstismarkaran wekî lehengan bi xelat dikin. Ev ne tesaduf e. Em dibêjin destên xwe ji ser bedena jinê vekişînin. "   'Hevserokatî xeta me ya mor e'   Ayşe bal kişand ser tayinkirina qeyûman û wiha got:" Kesê ku qeyûm tayîn dikin wiha dibêjin; Ey Kurdno hûn hilbijêrin em ê waliyên mêtingeriyê tayinî dewsa we bikin. Ev hinceta yekem e ya duyem jî sîstema hevserokatiyê ye. Îro zîhniyeta ku dixwaze yekpersetiyê ava bike alternatîfeke din li hemberî xwe naxwazin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê, Peymana Stenbolê û efûya îstimara zarokan li dijî zarok û jinan e."   Meş bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.