Dayikên Şemiyê: Dev ji polîtîkayên bêcezahiştinê berdin 2020-07-18 14:50:24   STENBOL - Dayikên Şemiyê di 799'emîn çalakiya xwe de daxwaz kir ku dewlet dev ji polîtikayên xwe yên bêcezahiştinê berde.   Dayikên Şemiyê di hefteya 799’an de çalakiya lêgerîna windayan berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, li ser înternetê vîdeo parve kirin û qerîna xwe bilind kirin. Dayikên Şemiyê ku dîsa ji ber Vîrûsa Koronayê li ser înternetê daxuyanî dan aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992’an de piştî ji mala xwe ya li Tarabya derket hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Hasan Gulunay ê 28 sal berê kesên çekdar bi ser mala wî de girtin û li malê binçavkirin hêj aqûbeta wî nayê zanîn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Hasan pirsîn. Li ser navê Dayikên Aştiyê Umît Tekay Dîşlî aqûbeta Hasan pirsî.  Umît, anî ziman ku ji bo serdestiya hiqûqê pêş bikeve divê berî her tiştî hesab ji rojên borî bên pirsîn û maf û azadiya mirovan bê parastin. Umît, destnîşan kir li Tirkiyeyê polîtîkaya bê cezahiştinê bûye polîtîkaya dewletê û wiha got: "Ji ber polîtîkayên dewletê yên li malê û derve hatin binçavkirin û windakirin carek din nehat dîtin. Kesên hatin binçavkirin ser wan girtin. Divê dewlet erka xwe ya Destûra Bingehîn pêk bînin. Ji ber ku dewlet erka xwe nîne kesên mirov binçav kirine hêj nehatine dîtin û darizandin. Dîsa kesên hatin binçavkirin û windakirin jî nehatine dîtin.    'Bi îşkenceyê Alî Ekber kuştin'    Dîşlî, anî ziman ku 28 salin Hasan Gulunay winda bûye û heta niha daxwazên wan pêk nehatine û wiha got: “Di 23'ê Gulana 1992’an de li Artvinê Alî Ekber Atmaca hat binçavkirin û bi îşkenceyê Alî Ekber kuştin. Li ser cilên Alî Ekber nasnameya Hasan Gulunay hat dîtin. Piştî vê yekê polîs li bavê 4 zarokan Hasan Gulunay ê 32 salî geriyan. Hasan, di 20'ê Tîrmeha 1992'an li taxa Tarabya ji bo biçe kar derket. Piştî çû kar carke din veneeriya malê.    'Heyeta darazê tenê delîl û daneyên esker û polîsan esas girt'   Umît, da zanîn ku tevî hemû hewldan û lêgerîna malbata Hasan, dîsa Hasan  nehat ditin û dosya şandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û wiha got: "Heyeta darazê tenê delîl û daneyên esker û polîsan esas girt. Dar barê bûyerê de delîl kom nekirin û li şahidan guhdar nekirin. Piştre bi hinceta dem boriye biryara hewce bi lêpirsînê tune dan. Parêzerên malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî li gorî pîvanan tev negeriya. Malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. DMME'ê di 21'ê Nîsana 2016’an de bi hinceta mafê wî yê jiyanê hatiye îhlalkirin, Tirkiye mahkum kir.    'Lêpirsîna me ya li windayan ji nifşeki derbasî nifşê din dibe'    Piştre keça Hasan Gulunay Deniz Gulunay jî axivî û wiha got: "Lêpirsîna me ya li windayan ji nifşeki derbasî nifşê din dibe. Heta ku em sax bin lêgerîn û lêpirsîna me dê bidome. Dema dayika me dihat li qadê rûdinişt, me nizanibû ji bo çi ye. Em zarok bûn. Piştî bavê min di bin çavan de winda bû, me hemûyan travma derbas kir. Tevi hemû travmayan têkoşîna me heta niha hat û didome. Em bi hêz in. Em heta niha têkoşiyan û em ê ji niha û şûnde jî têbikoşin. Em xwediyê malbatek pir mezin in. Ji ber vê yekê têkoşîna me heta îro hatiye. Meh û demsal derbas bûn. Sal û zeman derbas bûn. Em têkoşiyan û têdikoşin. Heta ku ez bijîm ez ê hesabê vê yekê ji dewletê bipirsim. Em ê tu carî kujeran ji bîr nekin."