Parastina têkoşîna jinê ya Ayşe Gokkan a li dadgehê 2020-07-18 14:21:48   AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan a ku do bi tedbîra kontrola edlî hat berdan di parastina li dadgehê da de wiha got:"Hemû tiştên ku ez difikirim qedexe tên dîtin. Dewletê bi qetilkirin, girtin, binçavkirina jinê şer îlan kiriye."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 14'ê Tîrmehê de bi ser malan de hat girtin û tevî Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de 23 jin di navbera dîrokên 15-16'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Ji 28 kesên di bin çavan de Hayriye Turkekul a 70 salî di 15'ê Tîrmehê de bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Roja berî wê jî Aklime Hanas, Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî re (TUAY-DER) Rabia Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Yenişehirê Gulşen Guneş û Zeynep Suncak sewqî edliyeyê hatin kirin û bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.    Do jî 18 jin piştî karê îfadeya wan qediya sewqî edliyeyê hatin kirin û piştî lêpirsîna dozger şûnde sewqî 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê biryar da ku tevî Ayşe 13 jinî bi tedbîra kontrola edlî berde û 5 jin jî bi îdiaya "Endamtiya Rêxistinê" hatin girtin.    Ayşe Gokkan da zanîn ku sedema girtina wê parstina mafên jinan e û rave kir ku ew ji bo çi bi jinan re di nava rêxistinê de ye.    'Çima ez bi rêxistinî dixebitim?'   Ayşeya ku sedema xebitandina bi rêxistinî rave kir wiha got:"Çimkî em jin tim bi destdirêjiyê rû bi rû dimînin. Kesek jî me naparêze. Kesên destdirêjiyê dikin bi awayekî ku wekî tiştekî bi rûmet kiriye dest û milên xwe kil dike û dimeşe. Em ji wan ditirsiyan û me ji wan şerm dikir. Em niha wekî jinên bi rêxistinkîrî dibêjin ku: Kesên destdirêjiyê dikin hene û bila ew ji me bitirsin. Ez wekî jin fedî nakim û natirsim. Min heta niha xwe wiha parast. Ez niha 55 salî me. Heger heta niha ez ji aliyê mêrekî ve nehatibim kuştin ev yek ji ber xweparatina min e."   'Dewlet û mêr li dijî me têdikoşe'   Ayşe diyar kir ku ew ji dema borî heta niha li dijî hewîtiyê têdikoşin û wiha got:"Dewlet û mêr li dijî me têdikoşe. Sîstema kapîtalîst jî têgeha 'metres' derxist pêşberî me. Hewîtî tiştekî ne baş e lê metresîyê jî dikin wekî awayekî romantîk. Me li dijî cinayetên namûsê û toreyê li berxwe da. Lê li dijî têkoşîna me tifaqa dewlet û mêr ji mirina me re got 'cinayeta eşqê'. Wekî ku ev tiştekî baş be şanî civakê dan. Me dît ku mêrê li malê, mêrê di nava civakê de û mêrê dewletê li dijî me şer dan meşandin. Me dît ku em bi awayekî bê rêxistin nikarin hilmê bistînin. Me dît ku em her roj dimirin. Wekî mîna zarokek 6 salî di dawiya 24 saetan de dest û mil girêdayî û mirî hat dîtin. Li Şirnexê çawişê pispor li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anî. Walî jî parastina leşker kir û got serxweş e. Dîsa li Çewligê jinek dayika du zarokan hat kuştin."   Ayşeyê parastina xwe bi van gotinan dewam kir.   "Ez vana ji bo çi dibêjim? Hem wezîrên dewletê hem jî kesên li ser navê dewletê biryarê di mijara kuştina jinan de mêran wêrek dikin. Mêrê di girtîgehê de nikare jinê qetil bike lê mêrê li derve dikare jinê qetil bike. Me 28 jinan têkildarî Eceviz Yildiz ê tundî li jina pê re zewicî Hatun Yildiz kiribû, me beyan dabû wî jî derbarê me 28 jinan de beyan dabû. Me 28 jinan derbarê wî de beyan dabû. Ya me nehat qebûlkirin lê ya Ecevitê destdirêjî kiriye hat qebûlkirin."   'Ger têkoşîna jinê tune be demokrasî jî tune ye'   Heta niha 200 carî ez derxistin dadgehê û ez hîn li derve me. Çimkî delîlek sûc nedîtine. Min derdixin dadgehê ez hemû tiştî wiha rave dikim dawiyê min berdidin. Ger têkoşîna jinê tune be demokrasî jî tune ye. Di cîhanê de 4 milyar jin hene û ji van 2 milyar jin tundiyê dibîne. Dema li cihê dewlet, polîs, leşker hebin mirin jî heye. Ez dema seroka şaredariyê bûm li cihê ku ez lê bûm jin nedimirin. Ez 4 roj in di bin çavan de me. Min jî dikaribû ji ber talûkeya Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest bidim. Ez îro 55 salî me û ev 35 sal in bi dehan caran ez hatim binçavkirin. Ez Kurd im û ji ber ku li Kurdistanê me her tevgera min wekî sûc tên dîtin."   'Ez xwe wekî sûcdar nabînim'   Herî dawî Ayşe wiha got:"Ez li vî welatî dijîm û divê ev dewlet li min guhdar bike. Ez xwe wekî sûcdar nabînim. Tiştên ku ez bêjim wiha ye."