TJA: Em ê dev ji têkoşîna li dijî êrîşan bernedin 2020-07-18 13:23:43   AMED - TJA'yê di daxuyaniya li dijî binçavkirin û girtinên jinan de da wiha got:"Divê koalisyona faşîst a AKP-MHP'ê bizanibe ku li dijî van êrîşan em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Îdeala me ya azadiyê ji çekên zihniyeta faşîst a AKP-MHP'ê xurtir e."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 14'ê Tîrmehê de bi ser malan de hat girtin û tevî Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de 23 jin di navbera dîrokên 15-16'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Ji 28 kesên di bin çavan de Hayriye Turkekul a 70 salî di 15'ê Tîrmehê de bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Roja berî wê jî Aklime Hanas, Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî re (TUAY-DER) Rabia Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Yenişehirê Gulşen Guneş û Zeynep Suncak sewqî edliyeyê hatin kirin û bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.    Do jî 18 jin piştî karê îfadeya wan qediya sewqî edliyeyê hatin kirin û piştî lêpirsîna dozger şûnde sewqî 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê biryar da ku tevî Ayşe 13 jinî bi tedbîra kontrola edlî berde û 5 jin jî bi îdiaya "Endamtiya Rêxistinê" hatin girtin.    TJA'yê li dijî binçavkirin û girtinên jinan de da daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Mêtingerî, tundî, komkujiya ku bi salane li dijî zihniyeta baviksalarî tê kirin û bi polîtikayên nîjadperestî, zayendperestiyê hîn kûrtir bûye."   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP-MHP dixwaze civakê di bin zextan de bihêle û hat gotin tehemulla AKP-MHP'ê li dijî aliyên cuda tune ye û hat gotin dijminatiye jinê ji xwe re wekî polîtikaya li pêş hilbijartine.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "AKP a ku bi dijminatiya li dijî jinê xwe xurt dike êrîşî nasname, îrade, rêxistinbûyin, hebûna jinê dike. Di 14'ê Tîrmehê de gelek aktivîstên me hatin binçavkirin û gelek hevalên me hatin girtin. Îktidar her roj bi îşkence, binçavkirin, girtinan polîtikayên çewisandinê kûrtir dike. Ji aliyekî din jî kujer, tecawizakarên jinê serbest berdide.   'Em ê li dijî êrîşên faşîst gavê paşde neavêjin'   Me heta niha li dijî polîtikayên dijminatiyê yên li dijberî me û serîhildana li dijî zihniyeta baviksalarî gav paş de neavêt. Îro jî em ê li dijî jinan ên plankirî gavê paş de neavêjin. Em ê berovajî vê yekê têkoşîna azadiyê mezin bikin. Do me çawa li kuçe, zindan, gund û li bajaran da bedelê têkoşînê da em ê îro jî vê bedelê bidin.   'Îdeala me ya azadiyê ji çekên zihniyeta faşîst a AKP-MHP'ê xurtir e'   Divê koalisyona faşîst a AKP-MHP'ê bizanibe ku li dijî van êrîşan em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Îdeala me ya azadiyê ji çekên zihniyeta faşîst a AKP-MHP'ê xurtir e."