Komeleya Tîrêj a Astengdaran li Herêma Firatê daxuyanî da 2020-07-18 12:34:07   KOBANÊ - Komeleya Tîrêj a Astengdaran li Herêma Firatê kuştina zarokê bi navê Mihemed Reşîd Xelîl yê astengdar ê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Komeleya Tîrêj a Asetendaran li Herêma Firatê derbarê kûştina zarokê bi navê Mihemed Reşîd Xelîl yê astengdar ku li Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk û komên wê ve hat qetilkirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê Hevseroka Komeleyê Emîra Mihemed ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Dewleta tirk û çeteyên wê zarokê astengdar ê bi navê Mihemed Reşîd Xelîl yê ji Serêkaniyê bi lêdan û wehşeteke mezin qetil kirin, cenazeyê wî jî nedan malbatê. Dewleta tirk û çeteyên wê beriya demekê ev kiryar li Efrîn û Girê Spî di derheqê welatiyan de pêk anîbûn, îro jî li Serêkaniyê pêk anîn.   Em wek Komeleya Tîrêj a Astengdaran li Herêma Firatê, ev kiryarê ku derheqê mafê zarokê astengdar de li Serêkaniyê pêk hatiye şermezar dikin.   Em ji rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin ku derbarê vê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin. Divê hesab ji dewleta tirk û çeteyên wê bê pirsîn."