Li Pasûrê mirina bi guman a zarokekî 2020-07-18 11:33:57   AMED - Li Pasûrê zarokê 17 salî yê bi navê Faruk Aslan bi çekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Zarokê 17 salî yê bi navê Faruk Aslan ê bi malbata xwe re li Kuçeya Memtkan a Pasûra Amedê dijiya bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarokê ku bi çeka bavê xwe yê cerdevan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê.    Hat hînbûn ku piştre ji bo karê otopsiyê cenazeyê zarok anîne Amedê.