‘Vegotina wê dojehê zehmet e’ 2020-07-18 09:09:56   Şehrîban Aslan   RIHA - Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a ku qeyûm tayînê şûna wê bû û keça xwe jî di komkujiya Enqereyê de winda kiribû, piştî komkujiyê bi malbatên ku zarokên xwe winda kirin re ket nava piştevaniyê. Hatîceyê wiha got: “Vegotina wê êşê zehmet e.” Hatîceyê her wiha daxuyakirin ku planên daristan û abîdeya li Pirsûsê jî ji ber qeyûm pêk nehatine.   Ciwanên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca ku pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûs a Rihayê li Navenda Çanda Amara hatin cem hev û di encama êrîşa bombeya zindî ya DAIŞ’ê de 33 kes hatibûn qetilkirin û 104 kes jî birîndar bûbûn. Piştî komkujiyê doz li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin lê yek gumanbarek nehat darizandin û tu pêşketin çênebû. Vê yekê rê li ber bertekên malbatan vekir.   Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, keça xwe û keça meta xwe di komkujiya 10’ê Cotmehê Gara Enqereyê de winda kir. Hatîcyê da zanîn ku yên ku herî baş malbatên Pirsûsê fêm bikin ew in.   ‘Rûniştin bêyî gumanbar tên dîtin’   Hatîceyê bi lêv kir ku doza komkujiya Pirsûsê didome lê rûniştin bêyî gumanbar pêk tên û wiha got: “Gumanbar ji komkujiya 10’ê cotmehê jî tê darizandin. Bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinan dibe. Malbatên derfetên wan yên aborî hene 5 sale tên û diçin. Lê malbatên din li bendê agahiyan e. Kesên di wê komkujiyê de hatin qetikirin ji her alî Tirkiyeyê hatibûn. Zarokên ciwan, mirovên ciwan bûn.”   ‘Çima gumanbarek tê darizandin’   Hatîceyê destnîşan kir ku rûniştin bi yek gumanbarî tên kirin û ev jî ji lêgerîna maf û edaletê re nabe bersiv û ev tişt daxuyand: “Kesek wek bombeya zindî mir, lê ev rewş ne girêdayê kesekî ye. Ev ne rûniştineke bi kesekî bê dîtinê ye. Gelek kesên li pişt vê bûyerê hene. Yên komkujiya 5’ê Hezîrana Amedê pêk anîn, yên komkujiya 20’ê Tîrmeha Pirsûsê pêk anîn, yên komkujiya 10’ê cotmehê ya Enqereyê pêk anîn heman kes in. Gelo çima yek kesek tê darizandin.”   ‘Em dixwazin ku bikeve çarçoveya sûcên mirovahiyê’   Hatîceyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema bûyerê de meleyê mizgeftê Abdullah Omer Aslan bi ala DAIŞ’ê ve hat girtin. Tevî dadgehê der barê wî de biryara girtinê da jî hîna îfadeya wî jî nehatiye girtin. Hîna li Golbaşi ya Semsurê meletiyê dike. Me hewl da ku hem komkujiya Pirsûs û hem jî ya Enqereyê bikeve çarçoveya ‘sûcê mirovahiyê’. Têkoşîna me ya herî mezin ev e.”   ‘Vegotina wê dojehê zehmet e’   Hatîceyê daxuyakirin ku ji bo bîranînên ku malbat dixwazin di 20’ê Tîrmehan de pêk bînin jî qedexe tên anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo bîranîna li Navenda Çanda Amara bi sînor kesan digirin. Ev jî qet ne adîlane ye. Êşa em dijîn vegotina wê tune ye. Em êşek mezin dikşînin. Vegotina wê dojehê tune ye. Gotina bê gotin tune ye. Bi gotina dadgehê ku rûniştinê dimeşîne, Komkujiya Enqereyê komkujiya herî bixwîn a dîroka komarê ye. Em ê heta dawî hesab bipirsin. Em ê ne ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin.”   ‘Bila Ahmet Davutoglu vebêje’   Hatîceyê bi lêv kir ku sedema qebûlkirina şaredartiya Pirsûsê jî, empatiya di navbera malbatên Pirsûsê de bûye û got: “Pirsûs di alî manewî de ji bo min girîng e. Ji bo fêmkirina êşê mirovbûn têr dike. Dewleta ku nahêle çûk bifire, çawa dibe ku bombeyê zindî dikeve Enqereyê û agahiya wan pê çênabe. Ahmet Davutoglu wê demê got ‘ger ez bêjim hûn nikarin derkevin pêşberî mirovan’. Xuyaye ku tiştek bi hev re kirin û bila ji me re vebêje.”   Hatîceyê di dawiya axaftina xwe got plankirine ku ji bo kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane daristanekê çêbikin û got: “Me ji şaredariya Rihayê soz girt ku Navenda Çanda Amara ji nû ve bibe navenda çandê. Navenda Çanda Amara dan Şuskî. Me xwest em abîdeyekê çêbikin.Hevdîtin berdewam dikirin qeyûm hatin tayînkirin. Îradeya gel hat xespkirin, projeyên me nîvco man.”