'Jêdera 19'ê tirmehê ji mafxwestin û têkoşînê tê' 2020-07-18 09:03:01   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endam û Rêveberên herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê kar û xebat didin meşandin li ser şoreşa 19'ê tirmehê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin û hebûna xwe li hember zihniyeta baviksalarî îsbat kirin."   Di 19’ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û di sala 9'emîn de bi çirûskên azadî û berxwedanê dewam dike. Şoreşa Rojava bû sedema îsbatkirina hebûna gelê bindest û azadîxwaz. Her wiha ji bo Gelê Kurd şoreş ji bo wan bû bingeha xwenaskirin û mafxwestinê. Jinan karîbûn di Şoreşê de cih bigirin û hemû adet û kevneşopiyên civakê yên jinê dîl digire ji holê rakin. Têkîldarî 19’ê tîrmehê Endam û Rêveberên herêma Efrînê yên ku li Şehbayê kar û xebat didin meşandin nêrînên xwe parve kirin.   'Pêlên azadiya gelan li tevahî cîhanê belav bû'   Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê, Hêvîn Reşîd a ku yekem jin e cihê xwe di pergala hevseroketiyê de li Rojava  girtî balkişand ser şoreşa 19’ê tîrmehê û wiha got: "Meha tirmehê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mehek pir pîroz e, ji ber di vê mehê de gelek gavên dîrokî ji aliyê gelan ve hat avêtin. Jêdera 19'ê tirmehê ji mafxwestin û têkoşînê tê. Beriya şoreşê hêzên desthilatdar dixwestin ku gel di bin desthilatdariya wan de bijîn, lê bi şoreşê re hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn bûn xwedî maf. Piştî şoreşê gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn bi netew û çandên xwe jiyana xwe dihunînin. Her wiha sistema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin û ev sistem temsîliyeta hemû pêkhateyan dike. Bi şoreşê re gelek gavên dîrokî hatin avêtin ji wan yek jî edaleta di navbera jin û mêr de ye. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelê kurd kêliyên dîrokî jiyan û li dijî zilm û zordestiyê serî hildan. Ev pêlên azadiyê ya gelan li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû."    'Berxwedana 58 rojan çirûska xwe ji 19'ê tirmehê girt'   Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Herêma Efrînê, Şîraz Hemo di derbarê 19'ê tirmehê de nêrîna xwe wiha bi lêv kir: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi serhildana gelan dest pê kir û belavî tevahî netewan bû. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate li ser bingeha wekheviyê dijîn. Şoreşa Rojava jiyana demokratîk di navbera gelan de ava kir. Îro hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn ji xwe re sistema netewa demokratîk bingeh digirin û rêxistinbûna xwe ava dikin. Bi taybet di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin rola sereke lêyîst û tabûra leşkerî ya YPJ'ê a bi navê şehîd Rûken li herêma Efrînê ava kirin, ya duyem li herêma Cizîrê tabûra bi navê şehîd Edalet ava kirin, di heman demê de dibistina zimanê kurdî yekem car li herêma Efrînê hat vekirin. Rihê berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan çirûska xwe ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê girt. Berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê rihê şoreşê dewlemend dike. Me hêza xwe yekem ji vekirina dibistana zimanê kurdî û tabura yekem a leşkerî girt. Em ê xeta berxwedanê mezin bikin û têkoşîna xwe li dijî dagirkeran bidomînin."   'Şoreşa 19'ê tirmehê bi rihê jinê belavî cîhanê bû'   Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê Şaziye Ibrahîm jî di derbarê 19'ê tirmehê de wiha axivî: "Bi avakirina şoreşa 19'ê tirmehê re hêz, hebûn û îradeya jinê derket holê. Di şoreşê de em kêliyên bi êş û kêyfxweşiyê jiyan. Zehmetiyên ku me di şoreşê de jiyan , ji bo me bûn hêz da ku em berxwedana xwe xurtir bikin. Heta roja îro jî şoreşa gelan berdewam dike û em heta roja îro jî li dijî dewletên desthilatdar berxwedana xwe berdewam dikin. Şoreşa ku jin tê de cih negire ew şoreş têk diçe, lewra pêşengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi jinê re belavî cîhanê bû. Em cardin şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin."