'Koç bûn lê rêxistina xwe xurtir kirin' 2020-07-18 09:01:40   Sorgul Şêxo    EYN ÎSA - Ji Rêveberiya Kongreya Star a li Kampa Girê Spî ya Penaberan Nadiya Henûş rewşa penaberên Girê Spî, navçe û gundewarên Eyn Îsayê nirxand û got ku êrîşkaran ew bi darê zorê koç kirin, lê projeya Netewa Demokratîk ew anîn cem hev û di bin konan de xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna vegera axa xwe dikin.   Di 9'ê Cotmeha 2019'an de, dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi çekên xwe yê giran û balafirên şer, êrîşî Herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kirin, ji Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kirin û şer li tevahî sînor belav bû. Gelê wan herêman çekên xwe rakirin û bi erka xwe ya parastina navçe û taxên xwe pêk anîn.   Dewleta tirk bi sed hezaran gelê wan herêman bi darê zorê koç kirin û jiyana wan xist xeteriyê. Li ser esasê bicihkirina penaberên Serêkaniyê û Girê Spî Rêveberiya Xweser li Hesekê Kampa Waşû Kanî di 1'ê Mijdara 2019'an û li bajaroka Til El-Semin a girêdayî navçeya Eyn Îsa a Herêma Firatê, Kampa Penaberên Girê Spî ku bi 20 km li Başûrî Eyn Îsa dikeve, di 22'ê Mijdara heman salê de, vekirin.  Niha li gorî ku Rêveberiya Kampa Penaberên Girê Spî ji me re diyar kirin ku hejmara penaberan 4 hezar in. Bi avakirina kampê re komîn û meclis her wiha Kongreya Star û Mala Jinê û gelek saziyên din ji tendirustî û perwerdehiyê hatin vekirin û li ser esasê projeya Netewa Demokratîk penaber xwe bi rêxistin dikin. Rêveberiya Kongreya Star li Kampa Penaberên Girê Spî Nadiya Henûş ji Ajansa me re axivî.   'Koç bûn lê rêxistina xwe xurtir kirin'   Nadiyayê wiha behsa rêwîtiya bi hezaran penaberî kir: "Neviyên osmaniyan û çeteyên girêdayî wê, me ji mal û axa me koç kirin. Dewleta tirk bi dehan sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk anî. Gel çawa li Girê Spî û gundewarên wê xwe birêxistin dikirin, îro li kampê ji wê zêdetir li ser esasê tolhildana ji dagirkeriyê, xwe bi rêxistin dikin."   'Koçberiya ji ber dagirkeran û xwedîderketina ji aliyê Rêveberiya Xweser'   Nadiyayê bal kişand ser avakirina komîn, meclis, sazî û rêxistinên jinan û wiha dirêjî da gotina xwe:"Gel piştî ku penaber bû dest ji têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe berneda. Niha li kampê li gorî komîn û meclisan xwe bi rêxistin dikin. Mala Jinê û Kongreya Star jî heye û li vir bi dehan pirsgirêkî çareser dikin  û bi sedan jin perwerde kirine. Zarok jî perwerdeya xwe domandin û di beşê tendirustiyê de jî hin ciwan perwerdeya tendrustiyê dibînin."   'Di bin konan de projeyên hunerî, çandî û çandiniyê pêş dikeve'   Nadiyayê got ku gelek proje ji her du zayendan re hatiye pêşxistin û wiha berdewam kir: "Li kampê gelek projeyên ku penaber jê sûdê werbigirin hatine avakirin yek jê kuafor, berber û terîzxane ye. Her wiha projeya çandiniyê jî heye. Li kêleka kampê me baxçeyek ku ji 35 donim erd pêk tê, bi gelek rengê zebzeyan çandiye. Me îsot, firingî, bamiya û guleberoj çandine. Balkêşiya perojeya me jî ev e ku jinên penaber bi xwe ev proje çêkirin. Tevî penaberên din yên kampê niha ji berhemên wê dixwin."   'Projeyên nû yên ji dayik û zarokan re di demeke nêz de ye'    Nadiyayê got ku ew ê di demeke nêz de hin projeyên din pêk bînin û wiha pê de çû: "Ji bo pêşxistina projeyan li kampê em ê cihê perwerdeya ziman ji jin û dayikan re, ji zarokan re pêşdibistanekê, ji jinan re cihê çêkirina mûneta zivistanî û tenûra çêkirina nan ava bikin. Avakirina ewqas proje barê penaberan sivik dike."   'Hêviya me ya vegerê her roj zindî dibe'   Nadiyayê bang li rêxistinên mafê mirovan û netewên yekbûyî kir ku ji dagirkeriya dewleta tirk re sînorekî deyînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e rê li ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê were girtin û em vegerin ser axa xwe ya pîroz. Hêviya me ya vegerê her roj zindî dibe."