Ji MMO'yê ji bo Arîn Zumrut çalakiya nobetê 2020-07-17 17:22:24   AMED - Bi dirûşma "edalet û azadî" MMO'yê dest bi nobeta 48 saetan kir.    Odeya Endezyarên Makîna (MMO) ya Şaxa Amedê li dijî girtina rêvebera xwe Arîn Zumrut û gelek jinên din ên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê hatibûn girtin nobeta “edalet û azadiyê” ya 48 saetan da destpêkirin. Çalakî li avahiya MMO hat lidarxistin û rêveber û endamên odeyê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê MMO’yê Serdar Işik di nobetê de axivî û diyar kir ku di demên dawî de siyasetmedarên kurd û aktîvîstên mafên jinan tên binçavkirin û girtin û bang li her aliyê demokratîk kir ku li dijî binçavkirin û girtinan berpirsiyariya xwe bînin cih kir. Serdar anî ziman ku mafê bingehîn ên welatî û siyasetmedar û aktîvîstan tê îlegalîzekirin. Serdar bang li rayedaran kir ku hevala wan Arîn Zumrut û jinên girtî demildest werin berdan.