Rojnameger Ayşe Gunay û 10 jinên din sewkî dadgeriyê kirin 2020-07-17 16:23:51   AMED - Ji 21 jinên ku piştî lêpirsîna wan li emniyetê qediya û di nav wan de Berdevka MKGP'ê û edîtora ajansa me Ayşe Gunay jî heye 11 jin bi daxwaza şertê kontorola edlî bên berdan sewkî dadgeriya nobedar kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê dabûn. Ji van 33 jinan 23 jin di 14'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Di 15 û 16'ê Tîrmehê de jî 3 jinên din jî hatin binçavkirin û hejmara jinên hatin binçavkirin derket 26'an. Ji van 26 jinan Hayriye Turkekul a 70 salî di 15'ê Tîrmehê de bi şertê kontirola edlî hatibû berdan.    Duh jî jina 57 salî Aklîme Hanas ku karê wê li emniyetê qediya, Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY- DER)  Rabîa Ataş, endama Meclisa Şareariya Yenîşehirê ya Amedê Gulşen Guneş û Zeynep Suncak sewkî edliyeyê hatin kirin û bi şetê kontirola edlî serbest hatin berdan.   Îro jî Gulseren Akkum, Edîtora Ajansa me Ayşe Gunay, endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehirê Ruken Şehîr û Ronda Bat, endamên Meclisa Şaredariya Rezanê Halîme Bayram, rêvebera BES'ê ya Amedê ya berê Dîlan Yakut û Guneş Ozel, Aktîvîstên TJA'yê , Selma Metîn, Şukran Tamîr û Emîne Kaya bi daxwaza bi şertê kontrola edlî bên berdan wekî Dadgeraiya Sulh Ceza ya nobedar kirin.