‘Ev polîtîkayên şerê taybet e’ 2020-07-17 16:20:22   ÊLIH - HDP'ê li dijî êrîşan zayendî ya çawîşê pispor ya li Êlihê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ev polîtikayên şerê taybet in.    Li navçeya Qûbînê ya Êlihê jina ciwan a 18 salî ku piştî çawişê pispor M.O tecawizê wê kir xwe întihar kir. Têkildarî mijarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayin de polîsan xwestin pankartên bi nivîsên "Duh Şirnex îro Êlih sibehê ku der?", "Li hemberî tacîz û tecawizê bêdeng nemîne" hat xwestin bên rakirin. Parlementera HDP’ê Feleknas Uca, Rêxistina HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (İHD) beşdarî daxuyaniyê bûn.   Parlementer Feleknas Uca di nav de rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê malbata Î.E ziyaret kir û piştre daxuyaniya çapemeniyê dan.    ‘Ev polîtîkayên şerê taybet e’   Di daxuyaniyê de Parlementer Feleknas Uca axivî. Feleknas bal kişand ser axaftinên malbatê û wiha got: “Duh Şirnex, Îro Êlih, sibe ku derê gelo? Ev şeklê polîtîkayên şerê taybet yên tirkiyê ne. Dixwazin bi vî rengî me tune bikin. Ji ber wê yekê ye ku ser hev em van bûyeran dibihîsin. Feraseta wan bi kiryarên wan re eşkere dibin. Îro me bi armanca şermezarkirina bûyerê çalakî li dar xist. Hûn jî bûn şahid ku ji bo daxuyaniyê û vekirina pankartê polîs bûn asteng. Ji ber ku dixwazin bûyerên bi vî rengî qirêj binixumînin. Lê em ê destûrê nedin."   ‘Dixwazin binixumînin’   Feleknas bal kişand ser sedema astengkirina pankartê û wiha got: “Dibêjin li Êlihê doz berdewam e, li Şirnexê bav îtiraz kiriye. Rast e bav ji we tirsiyaye û îtiraz kiriye. Ma me ne dît. Bavê Barişê ku ji ber kurdî stran guhdar kiriye hatibu qetilkirin piştî gefan yekser paşde gav avêtin. Li Şirnexê dayik û zarok her tiştî bi eşkerayî parve kirine. Li derdorê welatî bûne şahidê bûyerê. Îro bav bêje ne rast e çi jê derdikeve. Em ê li pey doza zarokên xwe bin. Em ê destûrê nedin nixumandinan. Me serdana malbatê kir. Li gorî agahiyên me girtine û di medyaya civakî de hatine parvekirin jina ciwan li pey xwe name hiştiye. Dema radikin nexweşxaneyê jî qala tecawizê dike. Çawişê pispor bi rojan wê digire li gel xwe. Dayikê her tişt got. Jina ciwan gotiye. Lê dewlet hîna bêdeng e. Dixwazin vê jî weke yên din veşêrin. Lê her tişt eşkere ye. Kesek nikare tiştek cuda îda bike.”   Ji bo welatiyan bang!   Feleknas di dawiya axaftina xwe ede got divê gelê Êlihê, Şirnexê û hemû Kurdistanê rabin ser lingan û vê yekê şermezar bikn. Feleknas wiha berdewam kir: “Ger em îro ranebin ser lingan wê dora me jî were. Divê li hemberî vê berteka me hebe. Çawa ku gelê Şirnexê rabû ser lingan, divê Kurdistan hemû rabe ser lingan. Bê dengî erêkirina tacîzkaran e.”   Çalakî bi çepikan re bi dawî bû.