Li dijî destdirêjî û tecawizê bertek: Gotin qediya ye 2020-07-17 15:59:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî destdirêjî û tecawiza li Şirnex û Êlihê Rêxistinên DHP'ê li gelek bajaran daxuyanî dan û gotin, "Em li cihê gotin qedya ye ne."   Li Şirnexê çawîşê pispor ê bi navê A.A. zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû hiştin û piştî wê jî li Êlihê jineke ciwan ji aliyê çawîşê pispor ê bi navê M.O. ve bi destdirêjiyê re rûbirû hat hiştin.   HDP'ê bi daxuyaniyên ku li Mêrsîn, Hatay û Rihayê dan pertek nîşanî herdû bûyeran jî da.   Mêrsîn   Li Mêrsînê di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayîn de û parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî tevli bû ji aliyê Hevseroka Bajarê Mêrsînê ya HDP'ê Gulbahar Şofer ve hat xwendin. Gulbahar wiha got; "Li gel polîtîkayên hikûmetê ku cudakariyê dike nava civakê her roj binpêkirinên mafan tên jiyîn, jin tên qirkirin û destdirêjî tê kirin. Lê em ê şodarên van bûyerên ku tên jiyîn bin."   Hatay   Li navçeya Îskenderûn ya hatayê jî li ber avahiya DHP'ê ya navçeyê bi tevlibûna gelek jinan daxuyanî hat dayîn. Metnê daxuyaniyê ji aliyê Feyruz Gur ve hat xwendin û wiha hat gotin;"Hikûmeta AKP'ê ji bo ku destkeftiyên jinan ji holê rake ji bin Peymana Stenbolê ku misogeriya qanûna 6284'an e îmzeya xwe kişandiye û bi vê helwesta xwe pêşî li destdirêjî û tundiyê vekiriye. Divê li dijî van pêkanînan em xwedî li nirxên xwe derkevin û bersîva van polîtîkayên qirêj bidin."   Riha    Li Rihayê jî rêxisitna HDP'ê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu, Nuserettîn Maçîn û Omer Oclan û cîgira Hevseroka ESP'ê  Bîrcan Taşkirina û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê Hevseroka Bajarê Rihayê Emîne Çetîner axivî û got, "Ew li cihê gotin qediya ye ne. Ev êrîş tenê li dijî zarokan pêk nehatiye li dijî tevahiya gel pêk hatiye."   Ayşe Surucu jî got ku bi qanûnên îqtîdar derdixe gûmanbar tên parastin û wiha berdewam kir: "Niha jî di rojeva wan de qanûna destdirêjiyê heye û bi vê qanûnê dixwazin mexdûran  bi tecawizkaran re bizewicînin.  Lê ev nayê qebûlkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.