Zarokê leşkeran ew birîndar kir rewşa wî giran e 2020-07-17 14:38:27   WAN - Azad Baga yê li Ebexê ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû rewşa wî di xetereyê de ye.    Li gundê Çiliya Jor a girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê Azad Baga yê 15 salî ku li ber pez bû û leşkeran gule lê reşandibû û ew bi giranî birîndar kiribûn. Dermankirina Baga li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê didome. Tê gotin rewşa Baga giran e û di beşa lênêrîna awarte tê dermankirin. Hat zanîn ku gule li parsûyê rastê ketiye û di pişta wî de derketiye û xesar daye pişikê wî. Nayê zanîn ku dê Baga kengê were emeliyatkirin û malbat jî li ber nexweşxaneyê bendemayîna xwe didomîne.