Jinên di bin çavan de sewqî edliyeyê kirin 2020-07-17 13:56:02   AMED - 21 jinên ku hatin binçavkirin piştî karê wan ê li emniyetê qediya sewkî edliyê kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê dabûn. Ji van 33 jinan 23 jin di 14'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Di 15 û 16'ê Tîrmehê de jî 3 jinên din jî hatin binçavkirin û hejmara jinên hatin binçavkirin derket 26'an. Ji van 26 jinan Hayriye Turkekul a 70 salî di 15'ê Tîrmehê de bi şertê kontirola edlî hatibû berdan.    Duh jî jina 57 salî Aklîme Hanas ku karê wê li emniyetê qediya, Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY- DER)  Rabîa Ataş, endama Meclisa Şareariya Yenîşehirê ya Amedê Gulşen Guneş û Zeynep Suncak sewkî edliyeyê hatin kirin û bi şetê kontirola edlî serbest hatin berdan.   21 jinên ku di bin çavan de tên girtin jî piştî karê wan li emniyetê qediya sewkî edliyê hatin kirin.   Navên jinên di bin çavan de ev in:     Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezan Panayir Çelîk û Halîme Bayram,Endamên Meclîsa Şaredariya Yenişehirê Ronda Bat, Hevseroka HDP'ê ya Yenişehirê ya berê Demet Ozkaran, Rêvebera SES'ê ya Amedê Rozerin Çatak, Hevserka HDP'ê ya Peyasê Besile Narin, Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz, Rêvebera BES'ê ya berê Dilan Yakut û Guneş Ozel û aktîvistên TJA'yê Zekiye Guler, Figen Ektî, Emine Kaya, Selma Metin, Ruken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr e.