Li Şirnexê zarokek bi awayekî bi guman birîndar bû 2020-07-17 12:44:16   ŞIRNEX - Li Basê zarokek bi awayekî bi guman birîndar bû. Zaroka ku rakirin nexweşxaneyê hat gotin ku talûkeya wê ya jiyanî dewam dike.    Li gundê Dilopkê ya girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê hat îdîakirin  R.O. ya  ji ber sedemek nayê zanîn bi çeka bavê xwe yê cerdevan gule berda xwe û xwest întîhar bike. Hat zanîn ku R.O. bi giranî birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxileya ewilî R.O. ji ber rewşa wê giran bûye bi helîkoptêrê sewqî nexweşxaneyek li Rihayê kirin e.    Hat ragihandin ku rewşa R.O. di xetereyê de ye.