'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin' 2020-07-17 12:09:59   MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê (TJCM) li dijî destdirêjî û êrîşa zayendî ya ji aliyê çawîşên pispor ên li Tirkiyeyê daxuyanî da.    Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê (TJCM) têkildarî destdirêjî û êrîşa zayendî ya ji aliyê çawîşên pispor ên li Tirkiyeyê daxuyanî da. Beriya ku daxuyanî dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî li Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan yê Mexmûrê Hewlêr Adanmiş ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Di van demên ku weke jin, ciwan û hemu gelên azadîxwez bi êrîşên mezin ên netew-dewletan rû bi rû dimînin de dewleta dagirker a tirk careke din rûyê xwe yê qirêj derxist holê. Weke tê zanîn di 15’ Tîrmehê de li Şirnexê çawişeke pispor ya dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser zarokekê ya 13 salî û xwest destdirêjiyê li ser bike.    Berî her tiştî em weke jinên ciwan yên Mexmûrê dibêjin em ê tu caran van kiryarên zilamên tecawizkar ku xizmetê mejiyê baviksalarî yên netewdewletê dike tu carî qebûl nekin. Em ê tola her jina ku bi êrîş, destdirêjî û tecawizê re rû bi rû dimîne hîlînin. Em vê bûyera tecawizê weke êrîşekê ku li ser hemu jinan hatiye kirin dihesibînin û li hemberî vê feraseta zilamê desthilatdar heta dawiyê em ê tekoşînê bimeşînin. Em hemû dizanin ku vê zihniyeta dewlet a tecawizkar bi van kiryarên xwe êrîş biriye ser hemû nirxê gelê kurd û hemu mirovahiyê.  Bê guman ev ne yekem care ku zilamên dewletê bi kiryarên tacîz û tecawizê radibin. Bi hezaran jin rojane bi polîtîkayên dewletê yên destdirêjî, tecawiz, îmha û înkarê re rû bi rû dimînin. Lê li navenda Kurdistanê li cihekî weke Botanê ku di dîroka tekoşînê de xwedî ciheke girîng e û her dem ji bo rûmeta xwe tekoşîn meşandiye, ji aliyê zilamên dewletê ve pêkanîna êrîşên bi vî awayî bi zanabuyîn tên rêxistinkirin û pêkanîn. Bi pêşxistina van êrîşan re dixwazin refleksê gel kontrol bikin, normalbûyinê pêş bixînin.    ‘Pêwîst e her jinek ciwan li ser piyan be’   Em weke jinên ciwan tu carî bûyerên bi vî rengî ji rêzê nagirin dest. Helwesta gelê me yê Şirnexê ya derketina kolanan helwesta herî di cih de ye û heta hesab ji dewletê neyê pirsîn divê li her deverê jin, ciwan û gelên xwedî rûmet li ser piyan bin. Bi taybetî jî pêwîst e jinên ciwan yên Botanê hemberî van kirinên dewletê bê deng nemînin û ji hemû saziyên dewletê hesap bê pirsîn. Em bang li hemû jin û ciwanên xwedî rûmet dikin ku li hemberî vê çanda tecawizê ya dewletê serî rakin û tekoşînê bimeşînin. Weke jinên ciwan yên Mexmûrê em ê tu carî van êrîşên ku ji aliyê zilamên dewleta tirk a faşîst tên kirin ji bîr nekin da ku em tola her jinekê bigirin, em ê tekoşîna xwe mezintir bikin.”