Çawişê pispor ê ku tecawizî jina ciwan kir hat binçavkirin 2020-07-17 09:29:34   ÊLIH - Şaxa ÎHD’a Êlihê û Baroya Êlihê ragihandin çawişê pispor ê tecawizî jina ciwan a 18 salî kir hatiye binçavkirin.    Li navçeya Qûbîna Êlihê jina ciwan a bi navê Î.P. a 18 salî tê gotin ji ber tacawiza çawişê pispor M.O. bi çifteyê gule berdaye xwe û xwestiye întîhar bike. Piştî bûyerê Î.P. ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê û pişt re jî rakirin nexweşxaneyek taybet a li Êlihê û tê gotin rewşa wê ya xeter didome.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê û Baroya Êlihê ragihandin ku ew ji nêz ve bûyerê dişopînin. ÎHD’ê û Baroya Êlihê ragihandin ku çawişê pispor ê tecawizkar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hatiye binçavkirin.