'Şoreşa 19’ê Tîrmehê mayindekirina hebûn û nirxê jinê ye' 2020-07-17 09:06:21   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên Ciwan ên bajarê Helebê di derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de her wiha rola jinên ciwan a di nava şoreşê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Jinên Kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kirin û civak bi rengekî rêxistinkirî bi rê ve birin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê mayindekirina hebûn û nirxê jinê ye.”      Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jinan roleke pêşeng lîstin. Jinên ciwan jî ji destpêka şoreşê de cihê xwe di nava xebatên cur be cur de girtin û dikarîbûn bi rihê ciwantiyê mohra xwe li şoreşê bixin. Jinên ciwan ên navenda Şehîd Tîmav a Helebê derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nêrînên xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.    ‘Jina kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kir’   Jina ciwan a bi navê Fîdan Elî li ser kesayeta jinên ciwan a beriya Şoreşa 19’ê  Tîrmehê wiha axivî: “Di destpêkê de salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê li cangoriyên şoreşê yên ku di şert û mercên zehmet de pêşengtî jê re kirin û canê xwe fedayî wê kirin, em pîroz dikin. Di dema pêkhatina Şoreşa Rojava de rengê jinê hat xuyakirin û me jin di her qadekê de dît, ev tişt jî bi naskirina derketina şoreşê pêk hat. Jina kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kir. Beriya şoreşê jin her roj di nava urf û edetên civakî de hatibû sînordarkirin. Her wiha mafê wê yê jiyanê tune bû. Hemû cureyên binpêkirinê bi serê wê de dihat û dema ku xebat dikir jî di nava saziyên Rêjîmê de rol û mafê wê tune bû. Ji ber her tim bi çavekî biçûk li jinê mêyze dikirin.”    ‘Şoreşa Rojava jin bi cesaret kir’   Her wiha jina ciwan a bi navê Yasmîn Mihemed diyar kir ku di şoreşa Rojava de derfetên pir mezin ji jinan re hat dayin ku hebûna xwe mayinde bike û wiha dewam kir: “Weke ku tê zanîn Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin, jinan ev şoreş weke xelasiya ji koletiyê ji xwe re dîtin.  Ev şoreş derbasî dilê her kesî bû û jinên hemû netewan xwe di nav de dîtin. Çarenûsa jinê hat diyarkirin û bi jinan re cesaret û bawerî mezin bû. Şoreşa 19’ Tîrmehê sîstemeke demokratîk bi xwe re ava kir û hemû mirov tê de bi rengekî wekhev dijîn.”   ‘Jinên ciwan xwedî li şoreşa xwe derketin’   Jina ciwan a bi navê Bêrîvan Îbiş li ser pêşketinên ku di kesayeta jinan de hatiye avakirin axivî û wiha pê de çû: “Li Rojavayê Kurdistanê dema ku şoreşê dest pê kir, sîstemeke nû hat avakirin û bi taybet ji jinê re ev sîstem cihê pêşketina wê bû.  Me dît ku jinê di nava vê şoreşê de roleke baş lîst. Di aliyê leşkerî de rolek pir girîng lîst. Jinên me tirsek di hundir dilê dijminan de dan çêkirin, li kêleka wê jî sîstemeke jinê hat avakirin û vê yekê hişt ku jin hîn bêtir tevlî  xebatê bibe.”   ‘Şoreşa me bi têkoşînê re berdewam e’   Herî dawî jina ciwan a bi navê Emîne Ebdo jî bang li hemû jinan kir ku nirxê şoreşa xwe biparêzin û wiha got: “Jinên Kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kirin û civak bi rengekî rêxistinkirî bi rê ve birin. Şoreşa 19’Tîrmehê mayindekirina hebûn û nirxê jinê ye. Em bi hêvî ne hemû jin li gor baweriyên şoreşê tev bigerin. Şoreşa me bi têkoşînê re berdewam e.”