ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-17 09:00:00   *Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) a herêma Firatê Dîcle Ehmed di derbarê 8'emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha got: "Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat û çirûska wê ji Kobanê dest pê kir. Di wê demê de tevî derfetên kêm heta astekê dîmenên destpêkê yên şoreşê hatin weşandin." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya  Koordînasyina Jinê ya MSD 'ê Cewayîr Birahîm Osman li ser geşedan û gefên dewlada tirk ên li ser Bakur û Rojhilate Sûriyeyê nirxandin kir û wiha got: "Ger dewleta tirk bixwaze pirojeya xwe li herêman pêk bîne, pêwist e  gelê wê herêmê serî hildin, ji ber dem dema serhildana gelan e. Bi berxwedan û serîhildana gelan ew ê pêşî planên dagirkeriyê bê girtin."DÎMEN HEYE   *Şêniyên taxa Kaleîçî xaniyên xwe yên bûne xirbe ji ber di qada sît de ye nikarin çêbikin û 14 sale li bende ne ku Wezareta Çand û Turîzmê projeyê bike meriyetê. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu bertek nîşanê girtin û binçavkirinan da û diyar kir ku têkoşîna jinê li hember faşîzmê asteng e û got divê xeta têkoşîn û piştevaniyê mezin bibe.DÎMEN HEYE   *Îsmet Şeker ji bo avakirina Kobanê çûbû û di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû. Dîlek Şeker ji cihê ku bavê xwe oxir kiribû, axivî û got: “Ne 5 sal, 100 sal jî derbas be em ê tu car dest ji edaletê bernedin.” DÎMEN HEYE   *Jinên Ciwan ên bajarê Helebê di derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de her wiha rola jinên ciwan a di nava şoreşê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Jinên Kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kirin û civak bi rengekî rêxistinkirî bi rê ve birin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê mayindekirina hebûn û nirxê jinê ye.”   DÎMEN HEYE   *Sema Şahîn a li Bazidê esnafiyê dike, 30 sale li dijî newekheviya zayenda civakî têdikoşe. Sema ku piştî jihevberdanê rastî zextan hat, serî netewand û dikana xwe ya duyemîn vekir. Sema banga xurtbûnê li hemû jinan dike. DÎMEN HEYE   * Endama PM’ê ya HDP'ê Berna Çelîk da zanîn ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe jin dikarin rola pêşeng bilîzin û got tecrîd ancax bi têkoşîna jinê dikare bişkê.  DÎMEN HEYE