Şêniyên Şehbayê ji bo salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê meşiyan 2020-07-17 08:55:48   ŞEHBA - Şêniyên Şehbayê bi armanca pîrozkirina salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xistin.    Bi hatina 9'emîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma "Bi rihê 14 û 19'ê Tîrmehê em ê li ber xwe bidin û em ê Efrînê rizgar bikin"Meclîsa navçeya Ehdas a Şehbayê meşek li dar xist.  Di meşê de şêniyên Efrînê, endamên sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên komkujiya Tel Rifatê, hatin hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Meclîsa navçeya Ehdas a Herêma Efrînê Ehmed Mûse axaftin kir. Ehmed wiha got: “Bi saya berxwedana zîndanan ya 14'ê Tîrmehê îro em dikarin rê li pêşiya azadiya gelan vebikin û şoreşa Rojavayê  Kurdistanê bi ser bixin.  Bi saya fikrê Rêber Apo me ewqas destkefî girtin. Divê li hemû deverên cîhanê em asta bexwedana xwe mezin bikin.”   Li ser navê Kongreya Star a navçeya Ehdas Gulê Mihemed wiha got: "Dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê dê negihêjin tu encaman. Berxwedana gel li Şehbayê misogeriya Şoreşa Rojava ye."    Meş bi dirûşma" Bijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê" bi dawî bû.