Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşa zayendî ya li ser zarokan daxuyanî da 2020-07-17 08:51:58   KOBANÊ - Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Kobanê li dijî kiryarên tecawizkirina zarokan daxuyanî da.    Li Şirnexê zarokek ji aliyê çawişê pispor ê bi navê Aslan A. rastî êrîşa zayendî hat.  Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Kantona Kobanê li dijî kiryarên tecawizkirina zarokan daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Jina Azad bi tevlîbûna bi dehan ji endamên ciwanên şoreşger pêk hat. Di daxuyaniyê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan û pankertên bi nivîsa "Destdirêjiya ser zarokan destdirêjiya li ser pêşerojê ye" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê endama jinên ciwan Xensa Xelîl ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   ”Dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me bi awayekî hov êrîşên xwe dide meşandin û hemû cureyên tecawizê ser axa me pêk tîne. Her wiha bi destên dewleta tirk û hevkarên wê jin û zarok tên kuştin, revandin û tecawizkirin. Li bajarê Şirnexê yê girêdayî Bakurê Kurdistanê zarokek  ji aliyê polîsê dewleta tirk ve bi êrîşa zayendî rû bi rû hat hiştin.  Ev ne cara yekemîn ku zarok  ji aliyê leşker û polîsên tirk ve tên tacewizkirin. Her wiha li bajarên dagirkirî wek Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê zarok tên revandin û paşê bi destê dewleta tirk ev zarok tên tacewizkirin. Divê kesên sûcdar bên cezarkirin.”